Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê 2021-02-13 09:13:37   WAN - Nivîskar Hemîd Dilbihar, destnîşan kir ku dê kurdî "bi helwesteke hîn zelaltir" karibe ji nav pencikên asîmlasiyonê xelas bibe û got: "Serdest, dixwazin li her derê bi tecrîdê kurdan bifetisînin. Stûneke tecrîdê jî ziman e. Lewma divê kurdî li her derê bê axaftin, nivîsandin û xwendin."    Nivîskar Hemîd Dilbihar ku zêdetirî 10 salan di girtîgehê de maye, bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û polîtîkayên derbarê kurdî de. Dilbahar, anî ziman ku ziman ji bo gelekî qistasek û laşê neteweyekê ye. Dilbahar, destnîşan kir ku ziman şikil dide neteweyê jî û got: "Ziman, tenê ne amûreke ragihandinê ye. Di heman demê de feraset, cewher û ruhê wî gelî ye jî. Lewma gelekî bê ziman nabe. Çawa ku her heywan xwedî zimanekî an jî dengine cuda ye, her gel jî xwedî zimanekî xweser e. Lewma heger em behsa gelekî an jî neteweyekê bikin, beriya her tiştî divê em behsa zimanê wî bikin. Di heman demê de pêşketina gelekî bi zimanê wî tê pîvandin. Ziman çi qasî pêş bikeve, ew gel jî xwe ew qasî pêş dixe û jiyana xwe li dor wê birêxistin dike."    TECRÎDKIRINA ZIMAN    Dilbahar, anî ziman ku ji ber vê ye ku serdest ewilî êrîşê dibin ser zimanê gelan û heya ku nikaribin ziman tune bikin, nikarin gel jî tune bin. Dilbahar, destnîşan kir ku kurdî bi sedan sal e di nav nahpikên asîmlasiyonê de ye û got: "Dagirker, baş dizanin ku heya ku qirkirina çandî temam nekin dê nikaribin wî gelî ji holê rakin. Ziman jî cewhera çandê ye. Lewma êrîşine dijwar dibin ser kurdî. Em dikarin bibêjin ku kurdî hatiye dorpêçkirin û bi vî awayî tê xwestin ku ji holê bê rakirin."    XETEREYA ASÎMASIYONÊ    Dilbahar, anî ziman ku bi têkoşîna azadiyê ya kurdan re pêşî li ber vê hatiye girtin û got: "Lê belê rê û rêbazên asîmlasiyon û komkujiyan guherîn. Yanî asîmlasiyon, êrîş û tecrîdên li ser ziman neqediyane. Îro ro serdest li her derî dixwazin kurdan bi tecrîdê bifetsiînin. Hêleke tecrîdê jî, tecrîda li ser zimên e. Dibêjin kurdî zimanekî serbest û azad e. Na, tiştekî werê tune ye. Ma ji pêşdibistanê heya zanîngehan perwerdehiya bi kurdî heye? Li hemû qadan kurdî tê bikaranîn? Li qadên civakî û fermî tê bikaranîn? Na. Heger kurdî bêstatu be, nexwe qirkirin didome. Lewma divê li her derî kurdî bê bikaranîn û pêşxistin."    'MIFREDAT XIZMETA SERDESTAN DIKE'    Dilbahar, destnîşan kir ku bi têkoşîna kurdan di warê ziman de hin destkeftî bi dest ketine û bal kişand ser beşên kurdolojiyê. Dilbahar, diyar kir ku lê belê paşê hin perwerdekar û xwendekarên van beşan jî ji zanîngehê hatine dûrxistin û got: "Serdest, kesên ku serdestiya wan diparêzin li zanîngehan bi cih dikin. Yanî dixwazin bi kurdî derdorên azadîxwaz û welatparêz ji holê rakin. Ev jî ji bo kurdî wekî amûreke qirkirinê tê bikaranîn. Gelek ciwanên ku zanîngeh kuta kirine betal dimînin. Ev bi zanebûnî tê kirin. Her wiha mifredatên li beşên kurdolojiyê jî xizmeta serdestan dikin. Yanî bîrdozî û polîtîkayên serdestan li kurdan ferz dikin."    ÇI DIVÊ?    Dilbahar, destnîşan kir ku gelê kurd û nûnerên wan di warê kurdî de divê xwedî helwesteke zelal bin. Dilbihar, anî ziman ku heger ev helwest tune be, dê zext û zoriyên li ser kurdî jî dewam bikin. Dilbihar, anî ziman ku divê siyasetmedar, rewşenbîr û entelektuel "pêşengiyê bikin" û divê axaftin, daxuyanî, propaganda û rêxistinbûyîna wan bi kurdî be.    Dilbihar, destnîşan kir ku heya tecrîda li ser kurdî neyê şikandin dê tecrîdên din jî neyên şikandin û got: "Di heman demê de ziman, nirxeke gerdûnî ye. Parastina ziman, parastina gerdûnê ye. Parastina ziman, parastina xwezayê, parastina xwe û cewhera xwe ye. Roj, roja xwedîderketina li ziman e. Kurdên azadîxwaz, welatparêz, demokrat, misilman, komunîst, xwezahez, anarşîst û bi tevahî hemû kurd, divê di warê ziman de bi yek bin û ev yekîtî divê ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd jî veguhere çekeke mezin."