Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst 2021-02-13 09:14:14 STENBOL - Ciwanên ku di çalakiyên şermezarkirina "rektorê qeyûm" de hatin binçavkirin û cezayê hepsa malê li wan hatiye birîn, destnîşan kirin ku dixwazin bi zextan ciwanan bitepisînin, lê belê ciwanan bi bexwedana xwe li cîhanê deng dane.    Çalakiyên xwendekaran ên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû ku tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin, didomin. Di çalakiyan de heya niha zêdetirî 600 xwendekar hatine binçavkirin. Ji xwendekarên hatine binçavkirin li 25 kesan cezayê hepsa malê hatiye birîn. Her wiha piştî ku Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di 4'ê Sibatê de damezrandina bi daxuyaniyekê ragihand, polîsan mudaxile kiribû. Di mudaxileyê de 65 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 65 kesan cezayê hepsa malê li 24 eksan hatibû birîn.    BERXWEDAN    Yek ji kesên ku di 4'ê Sibatê de li Kadikoyê hatibû binçavkirin jî Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Roj Medrîn Bor bû. Bor, anî ziman ku AKP bi polîtîkayên eçwsîner dixwaze tirsê belav bike û berxwedana wan bitepisîne û got: "Dixwazin qereqolên tirsê ava bikin. Kî wek wan nafikire wan ceza dikin. Lê em ê jî her roj bibîr bixin ku em ê dev ji berxwedanê bernedin."    Bor, destnîşan kir ku wan bigirin û li malê heps bikin jî ew ê her tim biqîrin.    RÊXISTINBÛYÎN    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Stenbolê Ramazan Ozdemîr jî di 2'yê Sibatê de li Kadikoyê hatibû binçavkirin û dû re cezayê hepsa malê lê hatibû birîn. Ozdemîr, anî ziman ku ciwan û gel li kuçeyan li ber xwe didin û got: "Çawa ku gelê me li Amedê, li Mêrdînê li dijî tayinkirina qeyûman kuçe û kolan kirin qadên berxwedanê, niha li Bogazîçiyê jî xwendekar, derdorên çepgir ûs osyalîst û rêxistinên civaka sivîl bi hev re li ber xwe didin.    Ozdemîr got: "Em ê berxwedana xwe dorfirehtir bikin û bi rêxistinbûyînê azad bibin."    BERXWEDANA AZADIYÊ    Ozdemîr, diyar kir ku di çalakiyên şermezarkirinê de hinceta binçavkirinan yek bûye, lê belê hin kes hatine girtin û li hin kesan jî cezayê hepsa malê û kontrolkirina edlî hatiye birîn. Ozdemîr, anî ziman ku bi vî awayî hiqûq hatiye binpêkirin û got: "Ji wan weye dê bi girtin û binçavkirinê me biqedînin. Lê em ji hezaran bûns edhezar. Me dengê xwe ragihand cîhanê. Niha li her derê cîhanê dirûşmeya 'em rektorê qeyûm naxwazin' tê berzkirin."    Ozdemîr, destnîşan kir ku bi bexwedana Bozgaîçiyê ciwanên berxwedêr derketine holê û got: "Em ji bo rêxistinbûyînê û azadiyê bang li hevalên xwe yên ciwan dikin. Helwesta me ya bibiryar, ji faşîzmê mezintir e. Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin."