Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e 2021-02-13 09:14:42 DERSIM - Pîrê Ocaxa Derwêş Cemal Pîr Hasan Şanli û Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek, bal kişandin ser nêçîrkirin û kuştina pezkoviyan û gotin: "Gulekirina pezkoviyan, gulekirina heqîqeta me ye. Lê nedin, nekin, heyf e, guneh e."  Li Dersimê hîn jî pezkovî tên nêçîrkirin û kuştin. Ji pîrên Ocaxa Dewrêş Cemal Pîr Hasan Hayrî Şanli û Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek, nerazîbûna xwe anîn ziman û ji bo parastina pezkoviyan bang kirin.    ‘GUNEH E'    Pîr Hasan Hayrî Şanli, diyar kir ku pezkovî ji bo wan pîroz in û got: "Xwediyê pezkoviyan Sariq Şivan, Mûnzûr Baba ye. Wexta mezinên me didîtin pezkoviyek tê nêçîrkirin, digotin 'Tu çima pezkoviyên Sariq Şivan nêçîr dikî?' Lê êdî guh li vê pîroziyê nakin. Ew, candarên herî xweşik ên xwezayê ne. Kuştina wan, di heman demê de heqaret e li rêya me û dînê me. Berê li ber deriyên me rûdiniştin. Me xwarin dida ber wan. Li gor baweriya me, yekpareyiya gerdûnê ne. Heger em wan bikujin, dê yekpareyiya xwezayê xera bibe. Lê nedin, nekin, heyf e, guneh e."    LIBERRABÛN    Şanli, destnîşan kir ku divê mafê tu candarî neyê binpêkirin û got: "Tenê yên me zilmê li pezkoviyan nakin. Mesela ji bo nêçîrkirinê destûr dabûn amerîkiyekî. Lê piştî mirovan bertek nîşan da, hat betalkirin. Heger pezkoviyên me tune bin, tu qîmeta van deran namîne. Raydera divê ji bo parastina wan gavina bavêjin. Saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelê me divê li ber vê rabe û pêşî li vê yekê bigire."    ‘GULEKIRINA HEQÎQETA ME'    Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek jî anî ziman ku elewîtî baweriyeke girîng e û li gor îtiqat, çand û jiyana vê civakê hemû heyînên xwezayê "can" in. Kirmiziçîçek got: "Ji bo me pezkovî pir girîng in. Em ji wan re dibêjin 'Malê Xizir.' Ji bera berê de mezinên me gotine, heger pezkoviyek bê kuştin, wê karesatên mezin rû bidin. Lê di demên dawî de radibin nêçîrkirina wan didin ber îhaleyan. Mirov tên li çiyayên me heywanên me û candarên me dikujin. Gulekirina van pezkoviyan, gulekirina heqîqeta me ye. Divê em xwedî li wan derkevin û nehêlin kes zirarê bidin wan."    Kirmiziçîçek, destnîşan kir ku dewlet pêşî li ber îhaleyan û nêçîrvaniya qaçax nagire. Kirmiziçîçek, bilêv kir ku ev tişt nayê qebûlkirin û got: "Kesên ku di 38'an de rê li ber mirovên ku gelê me kuşt xistin û kesên niha pezkoviyan dikujin, tu ferqa wan ji hev tune ye. Lewma em bang li rayedaran dikin ku tevdîran bigirin."    MA / Ayşe Surme