'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin' 2021-02-13 09:15:03 WAN - Hevserokê HDP'a Artemêtanê Nedîm Şîpal, destnîşan kir ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên wan in jî û got: "Girtî, doza heq, hiqûq û edaletê dikin."  Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Îmraliyê hatiye destpêkirin, di roja 79'an de ye. Girtî dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtgehan bi dawî bibin. Her wiha her diçe piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê zêdetir dibe.   DAXWAZINE REWA    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Navçeya Artemêtan a Wanê Nedîm Şîpal, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne. Şîpal, anî ziman ku girtî doza heq, hiqûq û edaletê dikin û got: "Daxwazên girtiyan daxwazê me ne jî."   Şîpal, çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an jî bibîr xist û got: "Ev daxwaza, tenê ne daxwazên girtiyan, daxwazên mirovahiyê ne jî. Divê em hesas bin. Dengê xwe bilind bikin. Divê em bibin dengê girtiyan. Tecrîd, sûc e li hemberî mirovahiyê. Li vî welatî muameleyeke mirovî tune ye. Hiqûq û edalet tune ye."    ‘RÊVEBIRIYA BÊEDALET'    Şîpal, bilêv kir ku îqtidara heyî bi awayekî bêhiqûqî welat bi rê ve dibe û got: "Jixwe gava mirov li awayê wê yê rêvebirinê mêze bike, dê bibîne ka ji bo çi çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine. Em hemû şahid in ku îqtidara AKP-MHP'ê li welatê bi navê demokrasî û edaletê titşek nehiştiye. Tenê ne ji bo kurdan, ji bbo tu gelên Tirkiyeyê edalet tune ye. Her roj bi awayekî bêhiqûqî mirovan digirin. divê em li ber vê rêvebiriya bêedalet rabin. Divê em piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê. Divê daxwazin girtiyan daxwazin me bin."    LI HER DERÎ TECRÎD    Mikaîl Karademîr jî destnîşan kir ku li girtîgehan "zorbetî û heqaret" heye û girtî bi zext û zoriyan re rû bi rû ne. Karademîr, bilêv kir ku divê her kes li ber van pêkanînan rabe. Karademîr, anî ziman ku tecrîd tenê ne li girtîgehan li her derî heye û got: "Divê çareyek bê dîtin."