Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin 2021-02-13 10:51:10 WAN - Dadgeha Bilind ji bo serlêdana takekesî ya nûçegihanê me Cemîl Ûgûr ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. Wezareta Dadê jî, di bersiva da de, îdîa kir ku girtina wî ne ji ber 2 gundiyên ji helîkopterê hatine avêtin e û kesên kartên wan ên Serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin.   Di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên ku derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û piştre îşkence li wan kiribûn û wan ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban jî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin hê jî nexweş e û nikare tevger bike.   Parêzerên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala yên di 9’ê Cotmehê de ji ber ku Osman Şiban û Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da, yên li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê eskerên derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin, piştî îşkenceya li wan hatibû kirin, ji helîkopterê hatibûn avêtin kiribûn nûçe hatin girtin, di 19’ê Mijdarê de ji bo berdana wan serî li Dadgeha Bilind (AYM) dan.   WEZARETÊ: NE ENDAMÊN ÇAPEMENIYÊ NE   AYM’ê, di 12’e Kanûnê de, têkildarî serlêdana parêzeran ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. Serokatiya Daîreya Mafê Mirovan a girêdayî wezaretê, ji bo serlêdna takekesî ya Cemîl Ûgûr nêrîna xwe pêşkêşî AYM’ê kir.   Wezaretê, di nêrîna xwe de îdîa kir ku Ûgûr li cihê ku dixebitî û di telefona xwe de “propagandeya rêxistinê dikir” û “Ûgûr di çarçoveya fermanên KCK’ê de tevdiger, di nava pêkhateya hiyerarşî cih digire û bi wê ve girêdayiye.” Wezaretê, di nêrîna xwe de cih da biryara girtina Ûgûr û da zanîn ku kesên ku navê wan di dosyayê de derbas dibin, tu derbasdariya karta wan a çapemeniyê tuneye.   Wezaretê, di dewama vê nêrîna xwe de wiha got: “Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê, tenê karta çapemeniyê dide wan kesên ku hemû şertê serokkomariyê bi cih tîne. Ji ber vê ev kes ne endamên çapemaniyê ne.”   Wezaretê, ji bo girtina Ûgûr jî got, “Derbarê wî de gumanên sûc ên bi hêz û delîlên bi bawer hene” û da zanîn ku girtina wî li gorî “pîvanê” ye.   NÛÇEYA ÎŞKENCEYA 2 GUNDIYAN   Wezaretê, diyar kir ku Ûgûr ne ji ber nûçeyên derbarê 2 gundiyan de, hatiye girtin û tu rastiya vê yekê tuneye. Wezaretê ji bo vê rewşê jî ev îdîa kir: “Kesê serî li we da, di 09.10.2020’an de, di lêpirsîna dozgeriyê û hizûra dadger de, îfadeya xwe daye. Di hemû lêpirsînên xwe de pirsa nûçeyên derbarê Osman Şîban û Servet Tûrgût de, nehatine kirine. Di 12.02.2020’an de, bi gumana ev kes cihê xwe di komîteya çapemeniya girêdayî rêxistina terorê ya biçek PKK/KCK’ê de cih digire, derbarê wî de lêpirsîn hatiye vekirin. Ji ber vê yekê ev kes hatiye girtin û îdîaya ji ber nûçeyên çêkirine hatiye girtin ne raste.”   PARÊZERAN LI DIJÎ NERÎNA WEZARETÊ NERÎN DAN AYM'Ê    Parêzerên Komeleya Xebatkarên Hihûq û Medyayê (MLSA) ku di heman demê de parêzeriya Ugur dikin, li dijî nerina Wezaretê nerîn dan Dadgeha Destûra Bingehîn. Parêzeran anîn ziman ku Ugur ji ber xebatên rojnamegeriyê hatiye girtin û Tirkiye di milê mafên mirovan de pir lawaz e. Parêzeran Tirkiye ji bo rojnamegeran wekî girtîgeha herî mezin a cîhanê pênase kirin. Parêzeran da zanîn ku bi îlana OHAL'e re zextên li ser çapemenî û rojnamegerên Kurd zêdetir bûne û bêtir kesên li dijî îqtîdarê muxalifiye dike bêtir dibe hedef.    Parêzeran bersîv da gotina Wezaretê ya “Ugur ne rojnameger e." û wiha gotin: "Kesek rojnameger be an ne rojnameger be, bi krîterên Wezareta Ragihandinê ya Serokomariyê nayê diyarkirin. Wezaret nikare vê yekê diyar bike. Kesek xwedi kart be an ne xwedi kart be ne şertên ewil ên rojnamegiriye ye. Li gorî zagona bi dîroka 14/12/2018'an û hêjmara 30625'an a Rojnameya Fermî ne pêwist e kes xwedî kart be. Ji ber vêyekê wezaret nikare diyar bike ku kesek rojnameger e an ne rojnameger e.    Parêzeran anîn ziman ku Cemîl Ugur di Şaxa  Wanê ya Şîrketa Bazirganî, nasîn, weşan û Çapemeniyê ya Ajansa Mezopotamya de rojnamegeriyê dike û wiha gotin: "Dîsa bi dehan nûçe çêkirine. Ev nûçeyên çêkirine li ser malpera înternetê hatine weşandin. Her kes dikare bi hêsanî xwe bigine van nûçmeyan."      MA / Gokhan Altay