Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin 2021-02-13 11:15:24   AMED - Li Çinarê, piştî ku di şerê derket de, kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn, ji 26 kesê hatibûn binçavkirin 12 jê hatin girtin.   Li gunde Nîve yê girêdayî navçeya Çinar a Amedê, di 9’ê Sibatê de, di navbera du malbatên ji ber hilbijartina mûxtariyê bibûn neyarên hev de, şer derketibû. Di şerê rû da de, Mehmet T. jiyana xwe ji dest da bû, Mehmet K, Demhat K. û kesek bi giranî bi giştî 3 kes birîndar bibûn. Şerê ku li gund dest pê kir, li navenda navçeyê jî dewam kir. Di şerê li navçeyê de jî Vedat K. birîndar bibû.   12 KES HATIN GIRTIN   Piştî şer, eskeran gund kiribûn karantiyanê, ketin û derketin gund girtibûn. Eskerên piştî şer, bi ser malan de girtin, dest danîn ser gelek çekên gundiyan. Di serdegirtinên malan de, 26 kes hatibûn binçavkirin û duh sewqî edliyê hatibûn kirin. 12 kesan piştî îfade dan dozger hatin berdan. Ji 14 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin jî, 12 jê hatin girtin û 2 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   QEDEXEYA KETIN Û DERKETINA GUND DIDOME   Eskerên ku li gund bi cih bûn, destûrê nadin kes bikeve gund û jê derbikeve.