'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt' 2021-02-13 12:28:32 AMED – Xizmên Windayan, çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vê hefteyê jî berdewam kirin. Ji Dayikên Şemiyê xwişka Mehmet Tekdag Îffet Muatş bal kişandin ser kuştina Mehmet Tekdag ê di 12'ê Sibata 1993'an de hat kuştin û got: "Kontrayê dewletê Mehmet Tekdag kuştin."  Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Miroavan (ÎHD) ya Amedê, bi dirûşmeya  "Bila windabên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya şemiyê di hefteya 627’an de bi rêya video pêk anîn. Xizmên windayan vê hefteyê di çalakiyê de bal kişandin ser kuştina Mehmet Tekdag ê di 12'ê Sibata 1993'an de li Dortyolê ya Navçeya Rezan a Amedê di êrîşa çekdarî de hat kuştin û xwestin kujerên wî bên dîtin û darizandin.    BÛ HEDEFA GULEYAN   Di çalakiyê de xwişka Mehmet Tekdag Îffet Mutaş çîroka Mehmet vegot. Îffet anî ziman ku dema birayê wê Mehmet çû kar, ji aliyê kontrayên dewletê ve hat kuştin û wiha got: "Birayê min li nava kolanê ji aliyê kontra ve hat kuştin. Dema gule berdan birayê min Tekdag, welatiyên li dorê birayê min rakirin nexweşxaneyê. Wê rojê ez li gund bûm. Çend gule li bedena birayê min ketibûn. Piştî birîndar bû, rakirin nexweşxaneya dewletê. Piştî bûyerê em hatin nexweşxaneyê. Dema em hatin nexweşxaneyê ji mere gotin 'Ji bo li bajarekî din derman bikin birine balafirgehê. Ji ber hewa bi mij bû birayê min li balafirgehê dan rawestandin û gelek xwîn ji birayê min çû. 4 gule li bedena wî ketibûn. Dema em çûn min bang li wî kir, li  min dinerî, lê nikarîbû biaxive. Nikarîbû nefes bistîne. Dema dîsa rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da."    'KONTRAYÊN DEWLETÊ EW KUŞT'    Xwişk Mutaş, destnîşan kir ku hêj bandora kuştina birayê xwe ji ser xwe neavêtiye û wiha bi dawî kir: "Dema birayê min Mehmet Tekdag hat kuştin, wê demê zarokê min 2 salî bû. Niha bûye ciwanek û 2 zarokên wî hene. Ev hem ji bo zarokên me û hem jî ji bo neviyên me rewşek pir dijwar e. Tekdag biçûkê malê bû. Hêj landika wî li ber çavê min e. Rojbûna wî wekî îro di hişê min de ye. Ez ê tu carî wî ji bîr nekim. Kontrayê dewletê ew kuştin. "