Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin 2021-02-13 12:49:26 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Dîlok, Edene û Mêrsînê li dijî rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê operasyon hatin kirin û gelek kes hatin binçavkirin.  Li Dîlok, Edene û Mêrsînê vê serê sibehê polîsan bi ser malên rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de girtin û li malan lêgerîn pêk anîn û gelek kesan binçav kirin.    Di serdegirtinên malan ên li Edeneyê de heta niha Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’a Edeneyê Malzûm Gok jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku di lêgerîna malan de bi kuçikan pêk hatiye û 5 kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê heye ne li malên xwe bûne. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.    LI DÎLOKÊ DERBARÊ 50 KESAN DE BIRYARA BINÇAVKIRINÊ    Li Dîlokê jî polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve tê birêvebirin de derbarê 50 kesan de biryara binçavkirinê heye. Piştî lêgerîna li malan rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin û wan birin Miduriyeta Polîsan a Dîlokê.   LI MÊRSÎNÊ DU HUNERMEND HATIN BINÇAVKIRIN   Li Mêrsînê jî muzîkjen Arîf Adali û Îsmaîl Înan di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin. Hêceta binçavkirina muzîkjenan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a mêrsînê.