Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb 2021-02-13 12:57:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Serêkaniyê ya ku TSK'ê û komên çekdar ên girêdayî wê dagir kiriye, dest avêtin jineke Ereb.   TSK, OSO û MSO bi hevre di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dabûn destpêkirin. Bi tang, top û balafirên şer bajar bombe kiribûn. Di şer de bi sedan mirov hatin kuştin û bi sed hezeran mirov ji bajêr koç kirin. Dagirkeriya bajarê Serêkaniyê hêj didome. Hêj mirov tên kuştin û revandin. Dîsa komên çekdar ên girêdayî TSK'ê dest avêtin jineke Ereb. Çalakvanan li ser malperên tevna civakî wêneye jineke Ereb bi navê Ruqeye El-Bair belav kir û piştrast kirin ku endamên beşa istixbaratê ya Polîsa Leşkerî yên girêdayî TSK'ê ne, li bajarê Serêkaniyê dest avêtine jineke Ereb.    Li gorî çalakvanan, Ruqeye ji hêla istixbarata leşkerî ya Tirkiyeyê ve hatiye revandin û çeteyên bi navên Sedûn Qeytûn û Ebdulrezaq El-Mewlûd dest avêtine wê. Çalakvanan bi bîr xist ku Sedûn Qeytûn ji gundewarên Idlibê û endamê istixbarata Polîsa Leşkerî ye. Ebdulrezaq jî ji Dêrazorê ye û endamê beşa erkên taybet a polîsên Serêkaniyê ye.