QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike 2021-02-13 13:11:36 NAVENDA NUÇEYAN - QSD’ê daxuyand ku di rojên dawîn de êrişên Tirkiyeye ên Ii ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne û got: "Êrişa li ser Garê jî hemwextî van êrişan pêk hatiye. Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd hemû dike armanc, ji bo vejîna DAIŞ’ê bingehê amade dike."    Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê  mijarê de daxuyaniyek da. QSD’ê anî ziman ku Tirkiye bi êrîşên li dijî herêmê vejîna DAIŞ'ê amade dike. Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:   “Di rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker êrışên xwe yên li ser baurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine. Hemwextî van êrışan, dewleta dagirker li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke nû li ser çiyayê Garê a ser bi parêzgeha Dihokê ve kir. Ev êriş ne li ser sînorê dewleta Tirk, lê di nava xaka Başûrê Kurdistanê de pêk tê. Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê gelê Kurd hemû dike armanc, her wiha aramî û îstîqrara herêmê têk dibe, ji bo xurtbûn û vejîna DAIŞ’ê bingehê amade dike û têkoşîna li hember DAIŞ’ê bi awayekî neyînî bandor dike. Gelê Kurd û gelên herêmê li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê têkoşîneke bêhempa meşand û ev têkoşîn hîn jî berdewam e. Gavên dewleta Tirk ên dagirkeriyê, li dijî destkeftî û peşdeçûna gelên Ereb û Kurd û hemû gelên herêmê ne. Ji ber van sedeman, em wek  QSD êrişên dewleta Tirk ên li ser Garê xetere dibînin û em diyar dikin heya niha helwesta me ya bibiryar a li dijî terora DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk çawa bû, wê ji vir şûn de jî dewam bike.   Banga me ji bo hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê û hemû hêzên pêwendîdar ew e ku li hember vê tevlihevî û dagirkeriya ku dewleta Tirk pêk tîne, bê deng nemînin.”