Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e 2021-02-13 13:35:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Keça Mîr Celadet Alî Bedirxan Sînemxan, banga bi dawî anîna aloziyên di navbera hêzên kurd de kir û got: “Kurdistanek azad xewn û xeyala min e, ev jî bi yekîtiya kurdan mimkin e."  Şandeyek ji Nûnertiya HDP’ê ya bajarê Hewlêra Herêma Kurdistanê serdana keça Mîr Celadet Alî Bedirxan, Sînem Bedirxan a li Hewlêrê dijî kir.    Li gorî nûçeya RojNewsê; Şandeyê diyar kir ku Sînem Bedirxan bi serdana wan gelekî kêfxweş bûye, peyam û daxwaza wê ya herî zêde yekîtiya kurd û têkoşîna ji bo avakirina Kurdistaneke yekgirtî û azad bûye.   'DIXWAZIM XEYALA MIN PÊK WERE'    Sînem Bedirxan jî kêfxweşiya xwe ya ji serdana şandeya Nûnertiya HDP’ê anî ziman û got: "Bi dîtina we gelek kêfxweşbûm. Ez gihîştim vê temenê, hêviya min ew e ku ez Kurdistaneke azad bibînim. Ne bêjin Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur, bêjin Kurdistan. Dixwazim pasaporteke min hebe, li ser wê Kurdistan nivîsîbe. Hêvîdar im ku beriya ez xatirê xwe ji we bixwazim, viya bibînim. Ev xeyaleke, dixwazim ev xeyala min bibe rastî.”   'DIVÊ FERQ NEKEVE NAVBERA ALIYÊN KURD'    Sînem Bedirxan li ser aloziyên di navbera kurdan de jî van hişyariyan kir: "Êdî bes bêjin filan hizb û bêhvan hizb. Dayîka min Rehşanxan digot ‘Yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistaneke azad bidim te.’ Hêvî dikim em ê vê Kurdistanê bibînin. Em hemû kurd in û divê em ferq nexin navbera ti aliyekî de.”   'DIVÊ KURD JI ZILMA ERDOGAN RIZGAR BIBIN'    Sînem Berdixan di beşeke din a axaftina xwede jî bal kişand ser zextên AKP-MHP'ê li kurdan dikin û wiha got: “ Divê em tev bi hev re li dijî zilma ku li ser Bakurê Kurdistanê tê kirin, rabin. Pêwîste em rûnin, ne bi şer û pevçûn, bi şêwazeke medenî û diyalogê bikin, rewşê gotûbêj bikin. Divê êdî em hev kuştinê ji bîr bikin. Pêwîste em li ser wê bifikirin ka em ê weke kurd xwe çawa ji destê Erdogan rizgar bikin.”