Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn 2021-02-13 13:52:57   STENBOL - Dayikên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hatibû kuştin pirsîn û xwestin kujerê wî bê dîtin û darizandin. Bira Hasan Karakoç got: "Hezar sal derbas bibin jî em dest ji vê têkoşînê bernadin."    Dayikên şemiyê di hefteya 829’an de ji ber şewba vîrusa coronayê dîsa çalakiya xwe li ser medya înternetê berdewam kir. Mirovên şemiyê vê hefteyê di çalakiya “Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin" de aqûbeta Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn. Karakoç, di 15'ê Sibata 1995'an de li Stenbolê hat binçavkirin. Karakoç, 110 rojan di bin çavan de îşkence lê hat kirin û di bin çavan de hat kuştin. Piştre cenazeyê wî avêtin Daristana Beykozê. Gundiyan cezayê Karakoç li daristanê dîtin û agahî dan ferbandariya cendirmeyan. Eskeran cenaze rakirin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Bêyî malbatê agahdar bikin cenaze li goristana bêkesan defin kirin. Cenazeyê Karakoç li ser hewldan û têkoşîna malbatan ji gora bêkesan hat derxistin.    ‘HEZAR SAL DERBAS BIBIN JÎ EM DEST JI VÊ DOZÊ BERNADIN'    Hasan Karakoç, çîroka birayê xwe Ridvan Karakoç vegot û wiha axivî: "Windayên li welat, polîtîkaya dewletê ye. Bi hezaran kes hatin binçavkirin û windakirin. Hêj gorên hezaran kesan ne diyar e. Ji bo kujerê birayê min ê 26  sal berê hat kuştin bên dîtin û darizandin em têdikoşin. Dayika min bêyî ku darizandina kujeran bibîne jiyana xwe ji dest da. Bi salan e ji bo kujer bên darizandin em têdikoşin. Hezar sal derbas bibin jî dîsa  emê tekoşîna xwe berdewam bikin."     Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî anî ziman ku heta niha têkildarî dosyayê tu gav nehatine avêtin û wiha got: "Dosya di nava dosyayên ku dozgeriyê ji bo dem derbas bibe cuda kirine de hiştiye."    Vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Ayşe Çetînbaş daxuyanî xwend û wiha got: "Dewlet xwedî erk û berpirsiyar e ku windayan bibîne. Ridvan Karakoç 34 salî bû. Li Stenbolê dijiya. Li partiyên siyasî yên Kurdan û rêxistinên hunerê dixebitî. Di sala 1994'an de li ser îfadeya kesekî hat binçavkirin. Polîsên ku Ridvan Karakoç binçav kirin malbata wî dişopandin. Gelek caran bi ser mala wî de digirtin. Ridvan, bi rêk û pêk bi malbatê û parêzeran de hevdîtin dikir. Bi rêya postê wekaletname şand ji Prz. Eren Keskin re. Heta 15'ê Sibata 1995'an Ridvan bi malbatê û parêzeran re hevditin kir. Piştre têkilî qut bû. Dorpêça polîsan a ji ser malbatê rabû. Em bang li Dozgeriya Komarê ya Beykozê dikin ku bi awayekî çalak lêpirsînê bidin destpêkirin û kujeran darizîne."