Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin 2021-02-13 13:55:57   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî û banga berdana lêzgîn kir.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 336’emîn de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê çalakiya vê hefteyê jî b rêya vîdeoyê li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî yê li Girtîgeha Torkoglûya Mereşê dimîne.    Endama Desteya Rêvberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û destnîşan kir ku Cemîl Îvrendî (59) ji sala 1994’an ve di zindanê de ye û got: “Di sala 2002’yan de ji nişkeve teşhîsa nexweşîna dil pê re peyda bûye. Îvrendî ji dilê xwe emeliyat bû. Divê ji mehê carek kontrola wî were kirin û doza dermanên wî were diyarkirin. Di sala 2007’an de li ser qorika wî ya rastê nexweşînek jê re anal fistul tê gotin derket û ev birîn teqiya. Xwîna wê birînê heta sala 2008’an nesekinî. Ji ber vê emeliyat bû. Hinek baş bû. Ev birîn di sala 2015 û 2017’an de dîsa giran bû û di encamê de emeliyat bû. 11 roj li nexweşxaneyê tedawî dît. Di 18’ê gulana 2018’an de birîn dîsa teqiya û li ser vê emeliyat bû û hêj ew birîna wî baş nebûye.”    ‘DIVÊ DEMILDEST WERE BERDAN’   Çevîrmen anî ziman ku got nexweşînên wek dil, tansiyonê zêde, kolesterola zêde û anal fistul bi Îvrendî re hene û nexweşîna herî zêde rewşa wî giran dike nexweşîna anal fistul e. Çevîrmen da zanîn ku ji ber pandemiyê tedawiya wî birêkûpêk nayê kirin û her ku diçe rewşa wî giran dibe. Çevîrmen anî ziman ku li girtîgehê tu sepanek baş ji bo girtiyan nayê kirin û ev nexweşînên bi Îvrendî re her ku diçe zora wî dibe. Çevîrmen destnîşan kir ku ji bo nexweşîna Îvrendî divê cezayê wî were taloqkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye xistin û ev daxwaz hatiye redkirin û pêwîste Îvrendî yê rewşa wî her diçe giran dibe demildest were berdan.