Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin 2021-02-13 14:03:56 STENBOL/ŞIRNEX - Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin herî kêm 20 hatin binçavkirin. Li Cizîrê jî endamek HDP’ê hat binçavkirin.    Di çarçoveya lêprisîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin, poplîsan duh bi şev bi ser gelek malan de girt. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û hat zanîn ku herî kêm 20 kes hatine binçavkirin.    Navê hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mûrat Yaşa, Erkan Çakan, Mazlûm Ozbey, Erdogan Ozbey, Tûgay Ozbey, Ayhan Ekmekçî, Îzzet Ozmen, Mazlûm Kaya, Ahmet Kaya, Omer Geyîk, Bariş Koşar, Ramazan Ozdemîr, Îbrahîm Guler, Mûrat Metîn, Zehra Yilmaz.   CIZÎR    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî di ketina navçeyê de polîsan endamê HDP’ê Mustafa Dal binçav kir. Hêceta binçavkirina Dal nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê.