Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man 2021-02-13 14:26:11   ESKÎŞEHÎR - Li Eskîşehîrê afîşên “Ji Bo Her Hesê Edalet” ên HDP’ê bi bîllboardên kirê kiribûn ve daleqandin, piştî ku rêveberên MHP û AKP weke hedef nîşan dan, bi êrişê re rûbirû man.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo kampanyeya xwe ya “Destpêkê Edalet" li navenda Eskîşehîrê bîllboard ji şaredariyê kirê kiribû. Li navenda bajêr afîşên “Ji Bo Her Kesî Wekhevî,” “Ji Bo Her Kesî Kar û Nan”, “Ji Bo Her Kesî Azadî” û “Ji Bo Azadiya Jinan Destpêkê Edalet” bi 8 bîllboardan ve hatin kirin.   AKP Û MHP'Ê HEDEF NÎŞAN DABÛ   Rêveberên MHP û AKP afîşên HDP’ê hedef nîşan dan. Piştî vê hedef nîşandanê duh bi şeve bîlboard bi êrişan re rûbirû man. Di êrişê de camên billboardên aîdê Şaredariya Eskîşehîrê hatin şikandin û afîş hatin çirandin. Hat zanîn ku kesê êrişî bîllboardan kiriye, hatiye binçavkirin.   WÊ GILIYÊ ÊRIŞKARAN BIKIN    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Eskîşehîrê Şukriye Ercan, bertek nîşanî vê yekê da û got: “MHP’ê ji şaredariyê xwestiye ku afîşan rake, lê şaredariyê ev daxwaza MHP’ê qebûl nekiriye û daye zanîn ku hemû partiyên siyasî dikarin afîşên xwe bi bîlboardan ve bikin. Ercan, anî ziman ku piştî afîşên wan weke hedef hatin nîşandan, rastî êrîşê hatin û wiha hirsa xwe anî ziman: “Tu dibêjî qey welat, mal û milkê wane. Ev asta herî jor a nijadperistiyê ye. Li vê derê dixwazin, me nedin jiyîn û bêhnê bi me bidin çikadin.”   Ercan, destnîşan kir ku ew ê derbarê êrişkar û rêveberên partiyên ku HDP'ê kirine armanc de gilî bikin.