Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin 2021-02-13 14:31:03   ENQERE – Bavê esker Semîh Ozbey e di destê PKK'ê de, Gursel Ozbey xwest operasyona li Garê rawestînin û wiha got: “Li wir canê me heye. Ez dixwazim demildest ev operasyon bê rawestandin." Bavê esker Umît Gicir, Musa Gicir jî got "Cihê ku esker û polîsên dewletê lê heme, çawa tê bombekirin?"    TSK, ji 9'ê Sibatê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê kampên li Garê bombe dike. Bi balafirên şer û helîkopteran operasyonê pêk tîne. Di roja duyemîn a operasyonê de HPG’ê daxuyanî da û got: "Kampa ku balafirên şer bombe dikin, kampa êsîrên şer lê tên girtin e." HPG'ê da zanîn ku dê piştre agahiyên berfirehtir parve bike. Têkildarî operasyonê malbatên eskerên di destê PKK'ê de axivîn û xwest operasyon bi lez bi dawî bibe. Bavê esker Semîh Ozbey e di destê PKK'ê de, Gursel Ozbey xwest operasyona li Garê rawestînin û wiha got: “Li wir canê me heye. Ez dixwazim demildest ev operasyon bê rawestandin. Kurê min Semih Ozbey ji 18'ê Îlona 2015’an ve di destê PKK'ê de ye. Ji ber zarokên me li wê herêmê ne, tiştek li wir pêk tê em dikevin bin bandorê. Em xemgîn dibin. Ji ber ku li wir cane me heye. Ez li dijî operasyona me. Zarokên me bi xwe neçûn. Bi zorê birin wê herêmê. Destûra bingehîn dibêje ewlehiya can û mal ji dewletê berpirsiyar e. Divê dewlet ewlehiya can û malê welatiyan biparêze. Lê dewletê ewlehî neparast û zarokên me birin. Ez li dijî operasyonê me."    GICIR: XEW LI ME HERIMIYE   Bavê esker Umît Gicir, Musa Gicir jî got "Cihê ku esker û polîsên dewletê lê heme, çawa tê bombekirin? Tiştek ji destê me nayê. Dest û piyê me hatiye girêdan. Kurê min 53 meh in di destê rêxistinê de ye. Em dixwazin demek berî demekê bigêjin kurê xwe. Xew li me herimî ye. Her kesek û karekî dike. Kurê min jî karê eskeriyê dikir. Nan dianî mala xwe. Kedkar bû. Em bi fikar in. Guneh e. Bila malbat êşê nejîn. Çawa dibe ku dewlet cihê ku polîs û sekerên wê lê be bombe dike? Li gorî min divê bombe neke."    MA / Zemo Aggoz