Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin 2021-02-13 15:13:15 STENBOL - Komîsyona ÎHD'ê ya Stenbolê di heftiya 464’emîn a “Rûniştina F” de, xwest ku girtî Îsmaîl Tanboga yê bûye 30 kîlo û pençeşêra mîdê pê re heye, bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya "Rûniştina F" a hefteya 464'emîn li ser hesabên xwe yên medya civakî li dar xist. Komîsyonê di çalakiya vê heftê de, rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga yê 21 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne nirxd.    TECRÎD DI NAVA TECRÎDÊ DE   Meral Nergîs Şahîn, li ser navê komîsyonê daxuyanî da û got: “Yek ji qadên ku herî zêde binpêkirinên mafan lê tên jiyîn girtîgehin. Bi pêvajoya pandemiyê re, girtî di nava tecrîdê, tecrîdê dijîn. Di vê pêvajoyê de, hevdîtinên malbat û parêzeran hatin sînordarkirin. Di heman demê de, dermankirina girtiyan hatin astengkirin û bi zorî û zehmetiyên mezin re rûbirû man. Dîsa girtiyên nexweş bi van binpêkirinên mafan re, terkî mirinê hatin kirin.”   BÛYE 30 KÎLO   Şahîn, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne û wiha pê de çû: “Tanboga bi vîrûsê ketiye û rewşa wî giran bûye. Tanboga 21 saliye û 6 salin di girtîgehê de tê girtin. Nexweşiya penceşêra mîdê bi Tanboga re heye û niha bûye 30 kîlo. Bi alîkariya hevalên xwe radibe ser piyan û pêdiviyên xwe yên rojane pêk tîne. Li gel vê yekê di girtîgehê de tê girtin. Malbata Tanboga ji ber pandemiyê, piştî salekê çû hevdîna wî. Endamên malbatê ji bo Tanboga wiha got, ‘Dema me wî dît, me bi çavên xwe bawer nekir. Îsmaîl qediya bû. Ji me re got carek din neyin û ez naxwazim hûn min di vê rewşê de bibînin.’”   5 CARAN CEZAYÊ MUEBETÊ   Şahin, vegotinên bavê Tanboga, wiha bilêv kirin: “Kurê min ji bo ku bibe futbolvaneke profesyonel dixebitî. Dema ku li saheya futbolê bi hevalên xwe re dilîst hat binçavkirin. Ligel ku şahidan îfadeyên xwe yên derbarê kurê min de paşve kişandin jî, nehat berdan û dadgehê derbarê wî de 5 caran cezayê muebetê birî. Em li bendêne ku Dadgeha Bilind vê biryara neheq betal bike. Her ku diçe rewşa Îsmaîl giran dibe. Li girtîgehê nayê derman kirin. Bi zanebûn kurê min dişînin mirinê. Ji ber wî bi şev û roj xew nakeve çavên min.”   Şahîn, banga hestiyariyê li parazvanên mafên mirovan û raya giştî kir û xwest hemû girtiyên nexweş bêyî şert û merc bên berdan.