ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin 2021-02-13 15:35:48   ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da û diyar kir ku girtiyê 62 salî Alî Tetîk ku nexweş e nayê dermankirin û xwest Tetîk serbest berdin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê bi armanca balê bikişinin ser rewşa girtiyê nexweş ê 62 salî Alî Tetîk li ser medya înternetê daxuyanî dan. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û wiha got: "Girtiyê 62 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Şakranê ya Îzmire Alî Tetîk bi nexweşiya pençeşêra prostatê ye. Dîsa nexweşiyên gurçik, şekir, tansiyon, fitiqê pêre heye. 15 sal ceza li wî hatiye birîn. 6 salin girtî ye. Tetîk bêyî daxwaza wî şandine Şakranê. Ji ber malbat dûr e nikare biçe û bê. Malbatê herî dawî di îlona 2020'an de li Colemêrgê hevdîtina girtî pêre kiriye. Tetîk li girtîgehê nayê dermankirin. Divê hem bê dermankirin û hem jî serbest bê berdan."