Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan 2021-02-13 16:05:21 DÎLOK - Li Dîlokê, derbarê endam û rêveberên komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê derbarê 60 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê bi rêve dibe de, derbarê endam û rêveberên berê yên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Piştevaniya Malbatên Windahiyan ên Mezopotamya (MEYA-DER), Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) û Kurdî-Der ên bi Biryara di Hikmê Qanûnê (KHK) de hatibûn girtin de, biryara biçavkirina 60 kesan hat dayîn.   Polîsan di çarçoveyê lêpirsînê de, serê sibê bi ser gelek malan de girtin û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Dîlokê Ethem Unal, parêzer û rêveberên komeleyan jî di nav de, gelek kes binçav kirin. Îfade girtina hin kesên hatin binçavkirin dewam dike û dema binçavkirina van kesan 4 rojên din hat dirêjkirin. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Dîlokê tên girtin.   16 NAV   Navê hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Ethem Unal, Parêzer Berîvan Ozpolat û Alaadîn Aslan, Mûstafa Denktaş, Bulent Şahîn, Mûstafa Şahîn, Îbrahîm Demîr, Halîl Îpek, Abdulhakîm Yilmazsoy, Ramazan Demîr, Selma Avşar, Emîn Kulter, Osman Gîrgîn, Perîşan Akin, Marûf Yuce û Mûstafa Bîlen.