Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket 2021-02-13 16:20:45   AMED - Aleyna Avci ya ku Îtîrafkarê JÎTEM'ê û sercerdevan Murat Îpek ew birindar kiribû, ji nexweşxaneyê derket. Êrîşkar Murat Îpek hêj nehatiye girtin.    Îtîrafkarê JÎTEM'ê û Sercerdevan Murat Îpek, di 5'ê Sibatê de li Navçeya Peyas a Amedê, Cîgira Seroka Baskê Ciwanan a AKP'ê Aleyna Avci (21) birindar kiribu. Aleyna Avci ji nexweşxaneya lê dihat dermankirin derket. Avci ku bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê dihat dermankirin. Dayika Aleyna Avci, diyar kir ku keça wê bi îtîrafkarê JîTEM'ê Murat Îpek re ne nîşanî bû.    Îtîrafkarê JÎTEM'ê Murat Îpek ê Avci birîndar kir, 9 roj derbas bûn, hêj serbest digere û nehatiye girtin.