Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin 2021-02-13 16:21:05   BEDLÎS – Şaredarê Motkê yê AKP’yî Nurettîn Yol bi êrişek kêran re rûbirû ma.    Şaredarê Navçeya Motkê ya Bedlîsê Vahdettîn Barlak ê AKP’yî sê meh berê di çarçoveya lêpirsîna “nelirêtiyê” de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Nûrettîn Yol ê AKP’yî danîbûn şûna Barlak. Hat zanîn ku Yol, bi heqaretên Barlak re rûbirû maye û li ser vê yekê li dozgeriyê giliyê wî kiriye.    Hat zanîn ku xizmên Barlak li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê êrişî Nûrettîn Yol kirin. Yol ê bi kêran hat birîndarkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Motkê.