ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-14 09:00:32 * Rojnivîska Berxwedana Kobanê (Kobanê Direniş Güncesi) a Sefkan Kobanê ji Weşanên Meyman derket. Ev pirtûk tenê parçeyekî berxwedana Kobanê ye ku dê qet û qet ji bîr nebe. * Li gundê Ernabetê yê girêdayî navçeya Cizîrê Feyzî Vural ê ku piştî 30 saliya xwe çavên xwe winda dike, dibêje ku klam jiyana wî ya tarî ronî dikin.    * Rêvebirê MA-TÛHAYDER'ê Cîhan Kartal, anî ziman ku ji bo ku daxwazên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin dê bitêkoşin û got: "Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek."    * Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran, diyar kir ku armanca komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tasfiyekirina kurda bû, lê belê gelê kurd û Ocalan bi berxwedana komplo pûç kirine.    * Li Wanê polîsan 3 zarok îşkence kiribûn. Di lêpirsîna hatibû destpêkirin de, piştî du salan polîs hatin teşxîskirin. Li midûriyeta polîsan 210 wêne nîşanî mexdûr O.D. dane, lê belê O.D. nikaribûye polîsên ew îşkence irine teşxîs bike.    * Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak, anî ziman ku rewşa muwekîla wê Tenzîle Acar ku nexweşîna Hepatît B'yê lê peyda bûye, xirab bûye û xwest Acar bê berdan.    * Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê li Beykozê qadeke daristanî ya 111 metrekarî dabû ber îmarê. Piştevaniya Hawirdorê ya Beykozê bertek nîşanî vê da û li Stenbolê li dij betonkirina qadên daristanî têdikoşe.    * MED-DER ku dê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi projeyên nû pêşwazî bike, anî ziman ku ew ê kurdî bigihînin zarokan.    * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku heger daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin, dê tevahiya civakê rihet bibe û wê tevkariyê li demokratîkbûyîna welêt bike. Guven, destnîşan kir ku berî ku tabût ji girtîgehan derkevin demildest divê daxwaz bên qebûlkirin û ji bo vê her kes bi awayekî çalak rola xwe bilîze.    * Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku şertê ewil ê makeqanûneke bingehîn aştiya navxweyî ye û wiha got: “Ji bo vê jî divê tecrîd û îzolasyona ser Ocalan bê rakirin û careke din bi wî re niqaşên fikrî bên kirin.”