Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe 2021-02-14 09:09:17   STENBOL - Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak, anî ziman ku rewşa muwekîla wê Tenzîle Acar ku nexweşîna Hepatît B'yê lê peyda bûye, xirab bûye û xwest Acar bê berdan.    Tenzîle Acar (23) ku di sala 2017'an de li Stenbolê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Acar niha di Girtîgeha Bakirkoy a Jinan de ye. Nexweşîna Hepatît B û weremê bi Acarê re heye. Piştî ku teşxîsa weremê hatiye danîn, rêvebiriya girtîgehê Acarê xistiye hucreyeke yek kesî. Parêzera wê Zeynep Ceren Boztoprak, xwest muwekîla wê bê berdan.    Boztoprak, diyar kir ku gava Acar hatiye binçavkirin hatiye îşkencekirin, lê belê dîsa jî bijîşkan rapor nedaye wê. Acara, bilêv kir ku giliyê polîsan hatiye kirin, lê belê derbarê polîsên îşkence li Acarêê kirine de biryara neşopandinê hatiye dayîn.    Boztoprak, anî ziman ku Acarê gelek caran çûye nexweşxaneyê, lê belê ji ber ku muayeneya bi awayê kelemçekirî qebûl nekiriye bêyî ku bê muayenekirin wê birine girtîgehê. Boztoprak, destnîşan kir ku nexweşîna Acarê li girtîgehê xirabtir bûye û got: "Li girtîgehê tedawiya wê pir bi derengî hat xistin. Wexta hatibû binçavkirin nexweşîna wê ne ev qasî giran bû."    FERZKIRINA MUAYENEYA BI AWAYÊ KELEMÇEKIRΠ   Boztoprak, diyar kir ku Acar li girtîgehê bi weremê ketiye û got: "Ne mimkun e ku ev nexweşîn li girtîgehan bên tedawîkirin. Ji ber nexweşîna Hepatît B, berê wê sewqî Saziya Tiba Edlî kiribûn. Lê belê ji ber ku muayeneya bi awayê kelemçekirî qebûl nekiribû, wê cardin anîbûn girtîgehê. ATK'ê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' neda wê. Paşê me ji bo raporê serî li dadgehê da, lê vê carê ji bo muayeneyê ew neşandin ATK'ê."    HER DIÇE XIRABTIR DIBE    Boztoprak, bilêv kir ku muwekîla wê ciwan e, lê belê nexweşîna wê giran e û ji bo înfaza wê bê rawestandin dê serlêdanê bikin. Boztoprak, anî ziman ku muwekîla wê ji ber şert û mercên girtîgehê bi weremê ketiye û got: "Di muayeneya dawî de jî kelemçe venekirine. esker ji odeya muayeneyê derneketine. Wexta Acar gotiye gere esker derkevin, bijîşk gotiye 'ê biryara vê bide ew bixwe ye.' Li cem eskeran kincên wê jê kirine û ûltrasyon kişandine. Di hiqûqê de tiştekî wiha tune ye. Di mantiqa tibê de ev dijî ehlaq û wijdanê ye."    Boztoprak, destnîşan kir ku Acar di hucreyeke yekkesî de ye û her diçe rewşa wê xirabtir bibe. Boztoprak ji bo berdana Acarê bang kir.    MA / Nacî Kaya