Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir 2021-02-14 14:55:47   BALIKESÎR – Karsazê bi navê Fatîh Ûygûn, xebatkara xwe ya jin  endezyar Canan Tosûn a li kana mermer dixebitî derp kir û gefa destdirêjiyê lê xwar.   Karsazê bi navê Fatîh Ûygûn, li Girava Marmara ya Balikesîrê, xebatkara xwe ya jin  endezyar Canan Tosûn a li kana mermer dixebitî derp kir. Di êrişê de mile Tosûn şikiya û laşê wê ji ber derban mor bû. Tosûn, li nexweşxaneyê rapora derpkirinê girt û serboriya xwe ya tundiya Karsaz Ûygûn bi dîmekê vegot.   Tosûn, di dîmen de ev tişt tîne ziman: “Niha milê min di alçiyê de ye. Li Kana Mermer a Girava Marmarayê dixebitim. Rojek berê min û karsaz Fatîh Ûygûn nîqaş kir. Rojek piştî nîqaş min li kargehê bi tenê girt û hemû deriyan rada û êrişî min kir. Destpêkê bi kulma li min da piştre min li erdê dirêj kir û gefa destdirêjiyê li min xwar. Ez ji wir reviyam û xalê wî min xelas kir. Ji bo ku min bikuje wesayîtê bi ser min de ajot. Lê niha dozgeriyê wî berdaye.”   Tosûn, giliya êrişkar Ûygûn kir û xwest ku bê girtin.    Odeya Endezyarên Medenê ya girêdayî Yekitiya Odeya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), bi daxuyaniyekê bertek nîşanî tundiya li hemberî Tosûn da û daxwaza girtina êrişkar Fatîh Ûygûn kir.