Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye 2021-02-14 14:57:08   NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali, diyar kir ku operasyona li Garê ji bo kuştina leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên dîlgirtî hatiye kirin û ev tişt got: “Tîma ku li Roboskî komkujî kir, li Garê jî êsîr li pêş çavan qetil kir."   Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), di 10'ê sibatê de li herêma Garê ya başûrê Kurdistanê bi navê "Pençe Kartal -2 Harekati" êriş bir ser cihê ku kesên di destê HPG’ê de. Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar duh bi şev bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişa Garê bi dawî bûye û bêyî ku navê leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên di destê HPG’ê bi lêv bike got ku cenazeyên 13 welatiyên wan ên di destê HPG’ê de hatine dîtin.   Leşkerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali ku di sala 1994'an li bejahiya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji aliyê gerîlayên PKK'ê ve hatibû desteserkirin û piştî vegeriyabû Tirkiyeyê bi sûcdariya "propaganda rêxistinê" hatibû girtin, têkildarî êrişa li Garê ya li dijî sivîlan ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.   TÎMA ROBOSKÎ LI SER KAR E   Yaylali, têkildarî êrişa li dijî leşker, polîs û personelên MÎT'ê yên li Garê diyar kir ku tîma ku li Roboskî komkujî kiriye ev tîma li Garê bûye û wiha got: “Çawa ku li Roboskî komkujî amade kir û pêk anî, leşkerên dîlgirtî jî li pêş çavan qetil kirin. Desthilatd bi rêya van komkujî û provokasyonan dixwaze pêşî li kêmbûna dengê xwe bigire. Ji xwe min zanîbû ew çiqasî bêrehm in, lê belê ji bo ronîkirina vê komkujiyê eger PKK derfetê bide, wê raya giştî ya neteweyî û navneteweyî bêhtir rastiyê bibîne."   'DESTPÊKÊ QETIL DIKIN, PIŞTRE WEKE ŞEHÎD RADIGIHÎNIN'   Yaylali anî ziman ku eger ev komkujî karibe bê ronîkirin wê hingî yên ku van komkujiyan plan dikin û pêk tînin li dadgehên ceza yên navneteweyî dê bên darizandin û bang li malbatên leşkerên di destê HPG’ê de kir ku tu carî ji dewletê bawer nekin û ji bo zarokên xwe dest bi têkoşîna edaletê bikin.    Yaylali, destnîşan kir ku yên zarok, hevser û bavên wan qetil dikin, nikarin wan weke şehîd ragihînin û ev tişt gotin: “Vê dewletê ne tenê bombe li zarokên wan barandin, her wiha gule berdan serê wan û ew qetil kirin. Niha jî hewl didin sûdê ji cenazeyên zarokên wan werbigirin. Divê malbatên wan ti carî destûrê nedin vê yekê. Aqûbeta zarokên wan ji dema destpêkirina operasyonê ve diyar bû, lê niha divê li dijî manîpulasyonê têbikoşin û ji bo darizandin û cezakirina kujeran têbikoşin."