Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin 2021-02-14 15:42:25   STENBOL - Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê, têkildarî 22'emîn salvegera komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, bang li hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz kirin ku sibê tev li çalakiya şermezarkirina 15'ê Sibatê bibin.    Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê, DKP), têkildarî 22'emîn salvegera komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, daxuyanîdan. Platformê bang li hemû hêz û rêxistinên demokratîk kir ku tev li daxuyaniya sibê bibin. Platform dê sibe saet di 17:00'an de li Qada Şîşxaneyê ya Beyoglu ya Stenbolê bi dirûşmeya “Ji tecrîdê re bes e, Ji bo jiyanê edalet," daxuyaniyê bidin.  Dê endam, rêveber û nûnerên HDP, DBP, TJA, MATUHAY-DER, GOZÎÇ-DER, ANYAKAY-DER û DAD'ê tevli daxuyaniyê bibin. Dê saziyên navborî li dijî 15'ê Sibatê daxuyaniyek hevpar bidin û 15'ê  Sibatê şermezar bikin.