Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin 2021-02-14 23:13:32   WAN – Salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Wan hat şermezarkirin.      Li Wanê, 22’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, hat şermezarkirin. Salvegera komployê li taxên Hacîbekîr û Xaçortê bi fîşekên hewayî hat şermezarkirin.   Li aliyê din ji ber şermezarkirinê li her du taxan bi saetan liv û tevgera helîkopteran berdewam kir.