Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin 2021-02-15 09:01:02 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Nûsrettîn Maçîn, bi bîr xist ku di destê PKK’ê de leşker û polis hene û ev tişt got: “Ji ber ku dixwazin careke din piştgiriya kesên nîjadperest bigirin, bi taybetî êrişî van desteserkiriyan dikin. Dema ku cenazeyên leşkeran tên AKP-MHP bi van cenazeyan siyaset dikin.” Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nûsrettîn Maçîn, têkildarî êrişên ku di 10’ê sibatê de li dijî herêma Garê ya başûrê Kurdistanê dest pê kirin û helwesta PDK’ê ya li hemberî vê êrişî nirxandinan kir û diyar kir ku AKP-MHP dixwazin xeyalên Osmaniyan pêk binîn. Maçîn, bi bîr xist ku Iraq, Îran, Sûriye û Tİrkiye, di êrişên xwe yên li dijî kurdan de bi hev re tevdigerin û wiha got: “Tirkiye li dijî kurdan şerekî qirêj dimeşîne. Bi hevkariya AKP-MHP’ê kûrkirina dagirkeriya her çar parçeyên Kurdistanê tê armanckirin. Ev bi awayekî zelal li holê ye.”   ‘GARÊ CIHEKÎ STRATEJÎK E’   Maçîn, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûrê Kurdistanê ku 40 sal in didomin û bi pirsa ‘çima niha Garê’ ev nirxandin kir: “Lewre cihekî stratejik ê Garê heye. Nêzî Şengal û Rojava ye. Bi vê êrişê Tirkiye dixwaze valahiyên xwe yên siyaseta derve bigire. Tişta ku xwestin ji Rojhilatê Behra Spî, Lîbya û Rojava negirtin. Tirkiye dixwaze di navbera PKK û PDK’ê gengeşî derxe û hevdîtin yekitiya neteweyî yên li Rojava hilweşîne. Di destê PKK’ê leşker û polis hene. Ji ber ku dixwazin careke din piştgiriya kesên nîjadperest bigirin, bi taybetî êrişî van desteserkiriyan dikin. Dema ku cenazeyên leşkeran tên AKP-MHP bi van cenazeyan siyaset dikin. Lê wê ev siyaset wan xelas neke.”   XEYALÊN OSMANIYAN   Di berdewamê de jî Maçîn, destnîşan kir ku AKP-MHP dixwazin nexşeya Osmaniyan zindî bikin û li pey xeyala serweriya tevahiya sînorên Mîsak-i Mîllî ne û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Wê tenê di asta xeyalan de bimînin. Ji bo pêkanînê hewldanên wan hene lê weke têkçûna Osmaniya wê xeyalên wan jî têk biçin. Ji bo ji holê rakirina destkeftiyên kurdan di 5 sal in dawîn de Tirkiye gelek polîtîkayên şaş şopand. Bi DAIŞ û komên cîhadîst re tevgeriya. Hemû kesên demokrat li hemberî vê nêzikbûnê aciz in. Di vê polîtîkaya xwe de bi israr in lê ne pêkan e bi serkevin.”   ARMANC DAGIRKIRIN E   Maçîn, bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdan a li hemberî êrişên li ser kurdan û ev tişt gotin: “Îro li Rojhilata Navîn hevsengiya hêzan diguhere. Kurd ji her demê bihêztir in. Şansekî me yê ku em 100 salên din jî bêstatu bimînin tuneye. PDK ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re tevdigere. Dema ku mijar dibe kurd bêyî ferq hemû dewletên Kurdistanê dagir kirine dibin yel. Armanca Tirkiyeyê ne tenê hebûna PKK’ê ye, pêşîgirtina îhtîmala referandûmeke din e. Tê xwestin hemû Başûr bê dagirtin lê kesên Başûr bi rê ve dibin hê ne div ê ferqê de ne. Heke kurd bibin yek dê karibin hin tişta bi ser bixin. Dijderketina êrişan tenê ne bes e. Ji bo ku Parlamentoya Herêma Federa Ya Kurdistanê ji bo yekitiyê gavan bavêje divê çalakiyên girseyitir bên lidarxistin. Xebatên raya giştî ya navneteweyî yên ji bo vê yekê jî bên laztirkirin.”