Vîna Ocalan banga têkoşînê ye 2021-02-15 09:01:04 STENBOL – Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got ku vîna Ocalan banga têkoşîna topyekûn e. Di ser komploya navneteweyî ya derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di 9’ê cotmeha 1998’an a ji Sûriyeyê û radestkirina wî ya Tirkiyeyê ya di 15’ê Sibata 1999’an de re 22 sal derbas bûn. Komploya li dijî Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku bi awayekî taybet hatiye avakirin, bi pêkanînên tecrîdê didome. Sedema komployê jî weke paradigmaya ku Ocalan li hemberî pergala kapîtalîst bi pêş xistiye tê şîrovekirin.    Hevberdevkê Komgreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çepgir a Keskan Sînan Tûtal û Endama Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Mûrat Pîrcan Yaratan, têkildarî komplo, tecrîd û rakirina tecrîdê tiştên ku divê bên kirin nirxandinan kirin.    ‘OCALAN NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ YE’   Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, diyar kir ku neçareseriya pirsgirêka kurd ji bo hêzên emperyalist sedema hebûnê ye û ji ber vê navnîşana çareseriyê Ocalan hedef hatiye girtin û komplo hatiye kirin û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan berdewama komploya navneteweyî ye. Divê polîtîkayên tecrîda girankirî weke diyarkirina desthilata Tirkiyeyê neye nirxandin. Komplo û tecrîd rêbaz û mêjiyê sedsala nû ye.”   PARADÎGMA ŞÊNBER BÛ   Şenoglû, diyar kir ku israra paradîgmaya çareseriyê ya Ocalan a li dijî polîtÎkayên neçareseriyê ya hêzên emperyalist bûye sedema polîtîkayên tecrîda girankirî û ev tişt anîn ziman: “Pevçûna li vir pevçûna çareserî û neçareseriyê ye. Dema ku li geşedanên rojane û dîrokê bê nêrîn wê li dijî neçareseriya hêzên emparyalîst paradîgmaya azadî û gel parêz a Ocalan ku li Rojava ketiye meriyetê bê dîtin. Ev jî nîşan dide ku bersiva paradîgmaya Ocalan heye. Civak li paradîgmaya Ocalan a çareseriyê xwedî derket. Îro jî di vê pêvajoya ku li herêmê gel ketine nav aloziyeke kûr de pêwistî bi dengê Ocalan heye. Tecrîda li ser Ocalan bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn dike.”   ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKÊ   Di berdewamê de Şenoglû destnîşan kir ku tecrîd li dijî hebûna mirova pergaleke îşkenceyê ye û wiha domand: “Ev pergal berbelavî tevahiya girtîgehan bûye. Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest pê kiriye, ji bo tevahiya civakê tê kirin. Em neçarin ku dengê girtiyan bibihîzin û bidin bihîstin. Pirsgirêkên li Tirkiyeyê girêdayî tecrîda li ser Ocalan in. Divê xwedî li vê çalakiya ku çavkaniya pirsgirêkê nîşan dide û li çareseriyê digere bê derketin û lêgerînên çareseriyê bikevin dewrê. Komploya navneteweyî û tecrîd êrişeke topyekûn a li dijî van gelan e. Divê li dijî êrişa topyekûn bexwedaneke topyekûn bê nişandan. Vîna Ocalan banga têkoşîna topyekûn e.”   PISGIRÊKA DEMOKRATÎKBÛNÊ    Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çepgir a Keskan Sînan Tûtal jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan bi desthilata heyî re ne bi sînor e û li pêşiya çareseriya demokratîk asteng e û ev tişt gotin: “Tecrîd û pirsgirêka kurd derbasî nav hev bûne. Mezinbûna tecrîdê li gorî nêzikbûna pirsgirêka kurd li gorî deman diguhere. Tecrîd êdî bi girtîgehan ne bi sînor e. Bi polîtîkayên dijminane re li civakê tê ferzkirin. Neçareserkirina pirsgirêka kurd bandorê li gelên Tirkiyeyê dike. Pirsgirêk ne demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Divê xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê bê derketin.”   RAKIRINA TECRÎDÊ ŞERT E   Endama Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Mûrat Pîrcan Yaratan, bi lêv kir ku komploya li dijî Ocalan û tecrîda didome êrişa li hemberî aştiyê ne û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê benda li dijî daxwaza edalet, biratî, wekheviyê ya gelên Tirkiyeyê ye. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir bûye pêleke ku li tevahiya civakê belav bûye. Tecrîd li pêşiya daxwaza demokrasiye astengiyeke mezin e. Tirkiye veguheriye girtîgeheke mezin. Her liv û tevgera demokratîk di bin tecrîdê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê rabûna tecrîdê şert e.”    MA / Nacî Kaya - Berfîn Karaman