Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin 2021-02-15 10:19:10   AGIRÎ - Li Bazîdê di serdegirtinên malan de Endamê Meclîsa HDP’ê Talha Kaya jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn. Polîsan piştî lêgerînê Endamê Meclîsa HDP’ê Talha Kaya û rêveberê Rêxistina HDP’a Bazîdê Ahmet Yaşmiş, nûnerê Komeleya Alîkariya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) Cemîl Koç û endamê Meclîsa Şaredariya Bazîdê Rahîm Gonen jî di nav de 13 kesî binçav kirin.    Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û her sezde kesan ji birin Miduriyeta Polîsan a Bazîdê.