Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Heta tecrîd bi dawî nebe demokratîkbûn nepêkan e 2021-02-15 14:44:08   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di salvegera 22'emîn a komploya navdewletî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat de diyar kir ku heta Sîstema Tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî nebe, nepêkane ku pîvanên demokratîkbûnê li welêt serwer bibe.   Buroya Hiqûqê ya Sedsalê (Asrin) di salvegera 22'yemîn a komploya navdewletî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Ocalan dikin di daxuyaniyê de wiha dibêjin:   "Muwekîlê me Birêz Ocalan 22 sal in di nava Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê de ye. Weke ku tê zanîn Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê weke dewama komploya navneteweyî hatiye avakirin; heta îro bi rengekî nehiqûqî hatiye meşandin û veguherandine saziyekê.   Li Girtîgeha Îmraliyê, qanûn, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn, raporên CPT heta niha bi ti awayî bi cih nehatine anîn û weke polîtîkayeke şantajê hatiye bikaranîn.   Mafê dîtina malbatê, parêzeran û wasî, her wiha wergirtina pirtûk, kovar, tv, name û hwd. di vê çarçoveyê de hatin nirxandin. Mafê bikaranîna telefonê jî di nava 22 salan de tenê carekê karîbû bi kar bîne.   Yek ji kiryarên herî giran ên li Girtîgeha Îmraliyê tecrîda giran e ku mafê agahîwergirtinê û têkiliyê tê astengkirin. Di demên diyarkirî de têkiliya Birêz Ocalan a bi dinyayê re bi temamî hatiye birîn. Niha jî ji 27'ê Nîsana 2020'î dema axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe û vir ve agahî jê nayê wergirtin, têkilî pê re nayê danîn.   Ji bandora hiquqî û siyasî ya tecrîdê jî tê fêhmkirin ku Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê ne tenê li girtîgehê, her wiha li ser tevahiya civakê û welêt hatiye ferzkirin.   Di vê demê de ku tecrîda mutleq heye, atmosfera hiquqî û siyasî ya li welêt li pêş çavan e. Û mîna salên derbasbûyî li dijî tecrîda li Îmraliyê grevên birçîbûnê ji nû ve dest pê kirine. Ji gelek daneyên cuda jî tê dîtin ku heta Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê ji holê neyê rakirin, nepêkane ku welat bigihêje pîvanên demokratîk. Di vê çarçoveyê de bi navê Buroya Hiqûqe ya Sedsalê bi wesîleya 15'ê Sibatê em bang li her beşên pêwendîdar dikin u tevkariyê li hewldana ji bo bidawîkirina Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê bikin."