Hat xwestin Velî Yildiz were berdan 2021-02-15 14:50:38   STENBOL – DAD’ê bertek nîşanî girtina Velî Yildiz ê li Dersimê hat girtin da û bang kir ku tavilê were berdan.    Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) têkildarî girtina Velî Yildiz (65) ê di nava xelkê Dersimê de Kalê Xizir tê nasîn daxuyaniyek nivîska da û bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de hat gotin Velî Yildiz bi îfadeyên şahidên nepen hatiye girtin û ew bi awayek neheq hatiye girtin û banga berdana li tavilê ya Yildiz hat kirin.