Wezareta Karên Hundir: Li 40 bajaran 718 kes hatin binçavkirin 2021-02-15 16:05:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir, têkildarî binçavkirinan daxuyanî da û diyar kir ku li 40 bajaran di navde endam û rêveberên HDP'ê jî heye 718 kes hatine binçavkirin.      Wezareta Karên Hundir têkildarî binçavkirinên rojên dawî daxuyanî da. Wezaretê diyar kir ku li 40 bajaran, di serdegirtina malan de rêveberên HDP'ê jî di navde 718 kes hatine binçavkirin. Wezaretê anî ziman ku binçavkirin didome.