Hevseroka HDP'ê ya Qersê Subaşi hat girtin 2021-02-16 08:07:07   QERS - Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Qarsê Sevda Subaşi hat girtin.    Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) ya Qersê Sevda Subaşi, rêveberên HDP'ê Zekî Şûr û Mehmet Nadîroglu jî di navde 6 kes di 12'ê Sibatê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. 6 kesên li midûriyeta polîsan lêpirsîna wan bi dawî bû, sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî  li îfadeyên wan guhdar kir bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî der barê Hevseroka HDP'ê ya Qersê Sevda Subaşi û 2 kesên din de biryara girtinê da û der barê 3 rêveberên HDP’ê de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.