Gergerlîoglû: Ewlehiya canê min bi gefan re rûbirû maye 2021-02-16 10:24:06 ENQERE - Ji ber parvekirina têkildarî operasyona Garê ya TSK’ê de derbarê Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû de lêpirsîn hat destpêkirin. Gergerlîoglû da zanîn ku ew di mijara ewlehiya canê xwe de bi gefan re rûbirû maye.  H3ezên Çekdar ên Tirk (TSK) di 10’ê Sibatê de li dijî devera Garê ya girêdayî Herêma Başûrê Kurdistanê de operasyon li dar xistibû û di vê operasyonê de 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên desteserkirî jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên van 13 kesan gelek caran serdana Meclîsê kiribûn û xwestin ji bo zarokên wan gav werin avêtin. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû têkildarî 13 kesan di hesabê xwe yê meyda civakî de peyamek belav kiribû û gotibû: “Xwedê rehma xwe li wan bike. Xemgîn im, xwezî me li ser vê axê ji bo hewldanên xwe yên çareserî û aştiyê bersivek bidîta. Ji leşkerek desteserkirî du sal û nîv berê wiha digot. Kî dibe bila bibe divê bijiya, bi mirinê çareserî nabe, divê em însanên xwe bidin jiyandin.” Ji ber vê parvekirinê derbarê Gergerlîoglû de lêpirsîn hat destpêkirin.   ‘KONSEPTA ÎQTIDAR Û DEWLETÊ YE’     Gergerlioglû anî ziman ku têkildarî van leşker, polîs û endamên MÎT’ê bi salan e ji bo wî serlêdan tên kirin û ew mijarê ji nêz ve dişopand û got: “Ez wek mirovek ji bo vê yekê bi aştiyane bigihînim encamê gelek xemgîn im. Ji ber vê yekê parvekirina ewilî min kir. Pişt re jî ji ber ku min rastiyê got, min kirin hedef. Beriya niha jî ev rewşên wiha qewimîbûn. Qet nebe encamek hatibû bidestxistin. Malbatên wan demek dirêj bû li bendemayîna wan bûn. Beyanên malbatan pir eşkere ye û 6 sal bûn perîşan bûbûn. Diçûn her cihî. Du caran bi serokkomar re hevdîtin kirine lê tiştek jê derneketiye. Her tim gotine ‘bisekinin’. Li deriyê her partiyê jî dan lê deriyek vekirî nedîtibûn. Dikaribin wan sax teslîm bigirin. Nexwê ne li gorî konsepta dewlet û îqtîdara niha ye û rabûne tiştek wiha kirin. Çimkî niha ferasetek şer serdest e û di encamê de jî tiştek wiha xemgîn qewimî.”    ‘EZ LI ÇARESERIYÊ DIGERIYAM’    Gergerlîoglû yê bi nasnameya xwe ya parêzvaniya mafê mirovan û di heman demê de endamê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê ye wiha got: “Her tim min digot wê ev pirsgirêk çawa çareser bibe. Min li meseleyê dipirsî, lêkolîn dikir, ketim pey meseleyê û dema min bûyera mirinê bihîst jî li dijî îqtidarê hêrsa min çêbû. Min du tweet belav kir. Bi tu awayî min heqaret li kesî nekir. Bêyî heqaret bikim min rewşê vegot û dikaribûn canê van însanan rizgar bikin. Min peyamek mirovî da. Lê ji ber van tweetên min qiyamet rabû. Derbarê min de kampanyaya lînçê dan destpêkirin. Gefan li min xwarin û heqaret li min kirin. Em di vî derbarî de karûbarên hiqûqî yên pêwîst dikin. Lê belê me kirine hedef. Qey meriv dibêje min sûcek kiriye derarê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Di kî dera tweeta min de sûc heye? Bi temamî tweetek mirovî û wîjdanî ye. Min xemsariyê rexne kiriye. Lê dîsa jî min kirin armanc û parlamenteriya min asteng dikin. Di warê ewlehiya canê xwe de ez bi gelek gefan re rûbirû mame. Em di rewşek wiha de parêzvaniya mafê mirovan dikin. Kî dibe bila bibe em mafê wan ê mirovî diparêzin.”    MA / Dîren Yûrtsever