Li Dersimê ciwanek mirî hat dîtin 2021-02-16 12:34:20   DERSIM – Li Dersimê Ciwanê bi navê Baran Karadag mirî hat dîtin.    Îro serê sibehê li Avzêmên Halvorî yên li ser rêya Dersim û Pulurê ciwanê bi navê Baran Karadag bi awayekî daleqandî hat dîtin. Hat hînbûn ku Karadag bi dergustî bûye û amadekariyên deweta xwe kiriye. Derbarê mirina Karadag de lêpirsîn hat destpêkirin.