Ji bo rojnameger Bariştiran ceza xwestin 2021-02-16 12:49:09   AMED –  Di doza ku Midurê Berpirsyarê Gun TV’yê ku bi KHK’ê hat girtin Bariş Bariştiran jî di nav de 3 kes tên darizandin de dozger ceza xwest.    Bi hinceta ku Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 26’ê adara 2016’an de di Gun TV’yê de weşandine, derbarê Midurê Berpirsyarê Gun TV’yê ku bi KHK’ê hat girtin Bariş Bariştiran, Endamê Dîvana Hevserokatiya KCD’ê Hîlmî Aydogdû û Mûstafa Çûkûr de doz hatibû vekirin. 7’emîn danişîna dozê li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Her sê bersûc jî tevlî danişînê nebûn, parêzerê Çûkûr Abdûllah Zeytûn û parêzerê Bariştiran Resûl Tamûr li danişînê amade bûn.    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û ji Çûkûr û Bariştiran re bi angaşta “propagandaya rêxistinê” bên cezakirin û Aydogdû jî bê beraetkirin. Parêzerê Çûkûr, Zeytûn ji bo ku li dijî mutalaayê parastin bike dem xwest. Parêzerê Bariştiran Tamûr jî got ku weşanên bi armanca nûçeyan nabin sûc û li dijî mutalaayê daxwaza deme kir.   Piştre heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 16’ê adarê kir.