Ji Rojnameger Çoban re ceza hat xwestin 2021-02-16 14:07:36   AMED – Ji Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hat girtin Îsmaîl Çoban re ceza hat xwestin.    Bi hinceta ku di hin hejmarên Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin de “propagandaya rêxistinê” hatiye kirin derbarê Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameyê Îsmaîl Çoban de doz hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna doza Çoban li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ji ber ku nehat tespîtkirina Çoban li kîjan girtîgehê dimîne, bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê nehat kirin.    Di danişîna ku parêzerê Çoban, Resûl Tamûr lê amade bû de dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger, bi antaşta ku bi rêya çapemeniyê “propagandaya rêxistinê” kiriye xwest Çoban bê cezakirin.    Parêzer Tamûr, ji bo ku li dijî mutalaayê parastinê bike daxwaz demê kir. Piştî daxwaza Parêzer Tamûr, heyeta dadgehê, daxwaza Tamûr qebûl kir û biryar ku di danişîneke din de bi rêya SEGBÎS’ê Çoban bê amadekirin û danişînê taloqî 4’ê gulanê kir.