Şandeya Yekîtiya Neteweyî li Nisêbînê dest bi gera li Mêrdînê kir 2021-02-16 14:49:52   MÊRDÎN - Şandeya ku ji DBP, KCD, TJA û HDP'ê pêk tê li gel astengî û dorpêçan jî li navçeya Nisêbînê starta xebatên Yekitiya Neteweyî ya Kurd da. Şande îro serdana esnafan kir.   Di çarçoveya xebatên Yekitiya Netewî ya Kurd de bi dirûşmeya “Dem dema yekitiya netewî û azadiyê ye” şandeya ku ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) pêk tên, îro li navçeya Nisêbîna Mêrdînê starta xebatên xwe da. Xebatên ku wê 7 rojan berdewam bike di roja yekem de bi astengiya polîsan ve dest pê kir. Şande îro li Nisêbînê çû serdana esnafan. Tevî astengiya polîsan jî şande çû serdana esnafan. Ji aliyê esnafan ve bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin. Welatiyên derdorê jî bi çepikan şandeyê pêşwazî kir.