68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin 2021-02-16 16:28:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Gulîstan Şaylemez tevî ku serî li rayedarên dewletê da û parastin xwest jî dîsa nehat parastin û hat kuştin. Li gorî rapora KCDP’ê ya 2020'an, di salekê de 68 jinên ku serî li rayedarên dewletê dabûn û xwestibûn bên parastin, ji ber ku nehatin parastin hatin kuştin.    Li Tirkiyeyyê her roj nêzî 3 jin tên kuştin. Herî dawî Gulistan Şaylemez li gel ku gef lê hat xwarin û ji rayedarên dewletê parastin xwest jî nehat parastin. Şaylemez duh li Amedê hat kuştin. Li gorî Rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di sala 2020'an de 300 jin hatin kuştin. 171 jin bi awayekî guman hatin kuştin. Di salekê de 23 jinên hatin kuştin, dadgehê biryar da hevjînê wan dûr bikeve. 45 jinên hatin kuştin jî serî li polîsan dabû, lê tetbîr nehat girtin. Bi giştî di salekê de 68 jinên ku serlêdan kirin ji ber nehatin parastin hatin kuştin.    Gulistan Şaylemez di sala 2014'an de zewicî û çû li Almanya bi cih bû. Salek şûnde ji ber ku li hev nekirin ji hev qetiyan. Şaylemez dayika 4 zarokan e. Çend meh berê ji Almanya hat Tirkiyeyê. Şaylemez, piştî hat Tirkiyeyê û dest ji hevjînê xwe berda, mabata zilamê wê tundiya derûnî li ser wê zêde kir û malbatê dem dem gef li wê xwar. Şaylemez, beriya bê kuştin 10 roj berê alîkarî ji polîsan xwest. Lê ji ber ku nehat parastin, di 15'ê sibatê de hat kuştin.