Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû 2021-02-16 16:43:20   WAN - Roja danişîna doza 4 jê girtî 5 rojnamegerên ku nûçeya 2 welatiyên li Şaxa Wanê ji helîkopterê hatin avêtin çêkirin û doz li wan hat vekirin aşkere bû. Yekemîn danişîna doza 5 rojnamegeran dê di 2'ê Nîsanê de bê dîtin.    Di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê eskerên ku derketibûn operasyonê welatî Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û îşkence li wan kiribûn. Piştre ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban jî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin hê jî nexweş e û nikare tevger bike. Di 6’ê cotmeha 2020’an de ji ber ku vê bûyerê derxistin holê polisan bi ser malên nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala de girtin û ew binçav kirin. Piştre bi sûcdariya “Nûçe çêkirina bûyerên civakî yên li dijî dewletê” hatin girtin. Nûçegîhana MA'yê Zeynep Durgut jî piştî demekê ji heman mijarê hat binçavkirin û hat berdan. Piştî dozger îdeaname amade kir û dadgehê qebûl kir. Roja danişîna dozê diyar bû. Danişîna doza 4 jê girtî 5 rojnamegeran dê di 2'ê Nîsanê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin.