Google ADS reklama bi kurdî red kir 2021-02-16 18:39:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Rêzan Tovjîn, xwest bi sponsoriya xwe reklama pirtûka Sîdar Jîr a bi navê ŞERM bide Google ADS, lê Google bi hinceta ziman kurdî ye zimanekî nayê destekkirin red kir.    Nivîskar Rêzan Tovjîn, bi armanca danasîn û reklama pirtûka hevalê xwe a Sîdar Jîr a bi navê ŞERM xwest di Google ADS de sponsoriyê bike. Lê Google bi sedema ziman kurdî ye û nayê destekkirin reklam red kir. Google, bersiva "Nehat erêkirin" da Rezan Tavjîn û wekî zimanê nehat destekkirin qebûl kir. Google, di bersivê de got: "Ji ber zimanê dayê destekkirin û polîtîkaya reklamê îhlal dike nayê weşandin."     Rezan Tavjîn, da zanîn ku çima zimanê reklamê bi Kurdî ye reklam red kir û got: "Helbet ev polîtîkaya Google Tirkiye ye, divê em xwe bigihînin Google û bikin ku Kurdî li Google ADS were zêdekirin." Tovjîn, anî ziman ku Google ADS servîseke reklamê ya Google'yê ye û wiha got: "Mirov wekî kes jî, wekî sazî jî reklaman didin vê servîsê, bi armanca ku hinek dema di Google de li tiştekî digerin reklama wan bibînin. Ev servîsa herî mezin a ku Google jê qezencê dike ye. Google rojane bi milyonan dolar qezencê ji vê servîsa xwe dike.  Mirov ji 25 qurişan heta bi 1 an jî 2 dolaran teklîfe didin ku kesek di Google'ê de dema li filan gotinan geriyan bila reklamawan derkeve pêşberî bikarhênera."    REKLAMA KURDÎ RED KIR   Tovjîn, destnîşan kir ku wî jî li ser navê xwe pereyek razand hesabê Google'ê û xwest li cîhanê îro kê lêgerînek kir bila reklama pirtûka Sîdar Jîr, romana Şerm derkeve pêşberî wan û bikaribin bitikînin û ji malpera weşanxaneya wê asûkiya xwe bikin û wiha  lê zêde kir: "Lê mixabin, piştî min reklam amade kir û digel wêneyê pirtûkê û lînka malpera weşanxaneyê weşand, Google ADS bersivek şand û got ku ji ber polîtîkayên weşana reklamê ev reklam hatiye redkirin û sedem jî ew e ku reklam bi Kurdî ye."    EV HELWESTA GOOGLE ADS HELWESTA SERWÎSA WÊ YA TIRKÎ YE   Tovjîn, bibîr xist ku di sala 2007'an de dîsa xwestibû reklama pirtûkeke Helîm Yûsiv di Facebookê de biweşînim û bi heman sedemê hatibû redkirin û wiha bi dawî kir: "Wê demê min fam kiribû ku Facebook Türkiye ango xebatkarên wê yê Tirk û berpirsê ji naveroka Tirkî wisa tevdigerin û min serî li Facebookê dabû, ku zimanê Kurdî li Facebookê were zedekirin. Wan jî qebûl kiribû û bi alîkariya gelek mirovên dilxwaz min wergera wê organîze kiribû. Lewma ezdizanim ku ev helwesta Google ADS'ê jî helwestek herêmî ye, ango ya servîsa wê ya li Turkî ye. Ji ber vê ez e serdanekê li navenda wê bikim ku zimanê kurdî li Google ADS were zêdekirin da ku Kurd jî bikaribin bi zimanê xwe reklaman bidin."