Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin 2021-02-17 09:06:26 ANTALYA - Li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê daxwaznameya ku du girtiyên ketine greva birçîbûnê, wekî "propagandaya rêxistinê" hat hesibandin. Rayedarên girtîgehê ji ber vê 11 roj cezayê hucreyê li her du girtiyan birîn.  Li Gitîgeha Alanya ya Tîpa L'yê Ekrem Mûhammed Hennan Hamûdî û Yucel Balyaci, di Kanûna 2020'an de, ji bo 5 rojan ketibûn greva birçîbûnê li dijî tecrîda li Îmraliyê. Ji bo vê jî daxwazname dabûn îdareya girtîgehê. Lê belê Serokatiya Desteya Girtîgeha Alanya ya Tîpa L'yê daxwazname wekî "propagandaya rêxistinê" hesibandin û derbarê her du girtiyan de lêpirsîn da destpêkirin. Desteyê îdia kir ku Hamûdî û balyaci bi daxwaznameya derbarê greva birçîbûnê de "propagandaya rêxistinê" kirine û 11 roja cezayê hucreyê li wan birî.  Hamûdî û Balyaci jî li Dadgeriya Înfazê ya Alanyayê îtiraz kirin. Hamûdî û Balyaci li dadgeriyê îfade dan û tiştên pê tên tawanbarkirin red kirin û xwestin cezayê hucreyê bê betaalkirin. Dadgeriyê jî di biryara xwe de diyar kir ku ya hatiye kirin ne sûc e û ceza betal kir.    Lê belê Dozgeriya Girtîgehê ya Alanyayê ya Tîpa L'yê jî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Alanyayê îtirazî biryara Dadgeriya Înfazê ya Alanyayê kir. Dadgeha Cezayê Giran îtiraza dozgeriyê qebûl kir û ceza pesend kir.    MA / Hamdûllah Kesen