Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e? 2021-02-17 09:06:31 VAN - Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç, anî ziman ku li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêmî ji sedî 1'ê de ye. Yavîç, diyar kir ku ji ber baweriya ji bo têkoşîna li dijî şewbê qels bûye û ji ber pirsgirêkên xwegihandina înternetê rêjeya derzîkirinê kêm bûye.  Wezareta Tenduristiyê di 4'ê Sibatê de pêvajoya derzîkirinê ya ji bo şewba Covîd-19'ê ragihandibû. Li gor daneyên TUÎK'ê heya niha herî kêm li bajarên herêmê mirov hatine derzîkirin. Bajarên ku rêjeya derzîkirina wan kêm e bi dorê ev in: Colemêrg, Agirî, Şirnex, Sêrt, Riha, Mêrdîn, Mûş, Bedlîs, Çewlîg, Wan û Amed.    Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîş, bal kişand ser vê rewşa navbirî.    RÊJEYA DERZÎKIRINÊ    Yavîç, destnîşan kir ku li seranserê welêt rêjeya derzîkirinê 3.4-3.5 e, lê nexasim jî li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê di biniya ji sedî 1'ê re ye. Yavîç, diyar kir ku li gor tabliya heyî daxwaza ji bo derzîkirinê û rêjeya derzîkirinç qels e û got: "Li bajarên rojavayê bêtir tê kirin. Lê ji Anatolya Navîn heya Behra Reş, ev rêje ji sedî 60-50 ye. Li Başûrrojhilat û Rojhilatê ji sedî 50-40 e. Li bajarên wekî Colemêrg û Şirnexê, di biniya ji sedî 10'an de ye."    Yavîç, anî ziman ku ji bo ku ji derheqê pandemiyê bê derketin herî kêm divê ji sedî 60'ê civakê bê derzîkirin û ji bo vê jî divê di 6 mehan de 120 milyond erzî divê. Yavîç got: "Lê belê li gor rêjeya heyî ne pêkan e ku di 6 mehan de bê kirin."    ÎNTERNET Û ASTENGΠ   Yavîç, bal kişand ser kêmbûna rêjeya derzîkirinê ya li bajarên herêmê û sedemên vê yekê. Yavîç, diyar kir ku sedemek jê nebaweriya ji bo polîtîkaya têkoşîna li dijî şewbê û got: "Di warê derzîkirinê de gel baş nayê serwextkirin. Ev sedemek e. Nexasim jî fikra ku divê kesên extiyar li malê bên derzîkirin heye. Sedemeke din a girîng jî li bajarên herêmê xwegihandina înternetê pir kêm e. Ji ber vê di warê randevûgirtinê de prisgirêk rû didin. Ji bo derzîkirinê divê tu beriya wê bi rojekê randevuyê bigirî. Kesên ku randevûya wan tune ne û kesên ku li malên wan înternet tune ne, di warê xwegihandina derziyan de zehmtiyê dikişînin."    Yavîç, destnîşan kir ku pêvajoya derzîkirinê dişopînin û derzîkirinê di têkoşîna li dijî pandemiyê de girîng e. -   NEQEBÛLKIRINA DERZÎKIRINÊ    Yavîç, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser meseleya ku hin kesên extiyar derzîkirinê qebûl nakin û got: "Hem bijîşkên malbatan hem jî xebatkarên tenduristiyê yên din û midûriyetên tenduristiyê, divê di vî warî de bi awayekî sîstematîk bixebitin û civakê serwext bikin. Divê mirov bên qanehkirin. Ji ber ku agahiyên şaş tên belavkirin, mirov jê yeqîn nakin."    MA / Bariş Donmez