Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man 2021-02-17 09:06:38 RIHA - Nûnerê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç, 28 sal berê van çaxan hatibû kuştin. Dosyeya dozê daxilî nav ên "kiryar nediyar" hatiye kirin û li dû wî tenê pênûs, amûra dengtomarkirinê û kasetên wî yên tomarkirinê man.  Nûnerê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç, di sala 1990'î de li Rojnameya Yenî Ulkeyê dest bi rojnamevaniyê kiribû û di sala 1992'an de jî li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi kar kiribû. Kiliç, di heman demê de Endamê Desteya Rêvebir a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê bû jî. Kiliç, di 18'ê Sibata 1993'yan de gava ji navenda rojnameyê ya Rihayê çûbû gundê xwe û gava ji wesayîtê peya bûbû, hin kesên di wesayîteke bi markeya Torosê de wî kuştibûn.    Kiliç, berî ku bê kuştin bi demekê ji ber ku tim gefa kuştinê lê dihat xwarin ji Waliyê Rihayê Ziyaeddîn Akbûlût xwestibû ewleyiya wî bê parastin. Lê belê tu tevdîr nehatibûn girtin. Çeka bi marka Ceska ku Kiliç pê hatibû kuştin, di 24'ê Kanûna 1993'yan de li Êlihê di operasyoneke li hemberî Hîzbullahê de hatibû dîtin. Çek bi endamê Hîzbullahê Huseyîn Guney re hatibû dîtin, lê belê Guney di îfadeya xwe de îdia kiribû tu eleqeya wî bi kuştina Kiliç re tune ye.    DOSYE HAT GIRTIN    Piştî kuştina Kiliç, bi 3 salan, parêzeran bi hinceta ku lêpirsîneke çalak nehatiye kirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane. DMME'yê jî xwestiye guh li Walî Akbûlût bê kirin, lê belê walî îfade nedaye. Dû re DMME'yê 39 hezar Sterlîn ceza li Tirkiyeyê biriye. Lê belê ji ber demboriyê dosye hat girtin û daxilî nav dosyeyên "kiryar nediyar" bû.   ÊN LI DÛ WÎ MAN    Tiştên ku li dû Kiliç mabûn jî di avêtina ser malê de hatibûn desteserkirin. Ji van tiştan hin jê dane malbatê lê qaset, daktîlo, pirtûk û gelek materyalên wî yên din nedane malbatê. Li dû Kiliç çente, pênûs, amûrên dengtormarkirin û 3 kasetên vala man.    BEHSA BIRAYÊ XWE KIR    Mahmût Kiliç, gava birayê wî hatibû kuştin ew 15 salî bûye. Kiliç, behsa birayê xwe kir.    Kiliç, bilêv kir ku ji ber ku birayê wî yekî jêhatî bû hem malbatê hem jî gundiyan jê hez dikir û got: "Birayê min tim nûçeyên Iraq û Îranê guhdar dikirin. Bi radyoyên bipûl. Hemû tiştên derbarê kurdan de dişopand. Ev taybetmendiya wî tim bala min dikişand. Ji bo malbata xwe, heval û dostên xwe pir baş bû. Mirovan pir hez ji wî dikir. her êvar mêvan dihatin malê. Bi wan re sohbet dikir. Wan serwext dikir. Dilê mirovan nedihişt. Li malê jî wisa bû. Bavê min pir jê hez dikir."    ROJNAMEVANIYA WÎ   Kiliç, diyar kir ku piştî ku birayê wî dibistana navîn qedandiye ji bo lîseyê çûye Rihayê û li wir di partiya siyasî de cih girtiye û di heman demê de rêvebertiya ÎHD'ê kiriye. Kiliç, got: "Wê çaxê Rojnameya Ozgur Ulkeyê hebû. Li wir dest bi kar kiribû. Paşê li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi kar kir. Wê çaxê 15 salî bûm. Ez tim diçûm cem wî. Wê çaxê daktîloyeke wî hebû. Li odeya kêleke odeya wî dimam. Heya sibê dengê daktîloyê dihat. Tim dixebitî. Bi qasî tê bîra min derbarê paqijkirina mayinên li sînor de nûçe çêdikir. Nivîsandibû ji ber mayinan gelek mirov mirine û seeqet bûne. Ji bo kurdên li Iraqê kinc, êlav û eşya kom dikir û dişand. Mirovekî hesas bû. Her wiha wê çaxê bi dengbêjan re diaxifî. Guh li kilaman dikir û dengê wan qeyd dikir. Ev pir li xweşa min diçû."    TOROS Û GEF    Kiliç, diyar kir ku di sala 1993'yan de Rojnameya Ozgur Gundemê bi zext û zoriyên dijwar re rû bi rû maye û wê çaxê birayê wî jî dihat şopandin û gef lê dihatin xwarin. Kiliç got: "Bavê min jî ev tişt ji Kemal pirsî. Got, 'Tiştek hebe ji me re bêje. Em te bişînin derve. Duh qereqolê gazî te kiriye û îfadeya te girtiye.' Birayê min jî got, 'Tiştek tune bavo. Tiştek ji min pirsîn û berdan.' Helbet wê çaxê min jî ferq kir. Bi navê Oktay efserek hebû. Derbarê Kemal de agahî berhev dikirin. Ji mirovan dipirsî, 'Kemal çi karî dike? Kîjan wextî tê bajêr. Hevalên wî kî ne?' A rast beriya kuştinê bi salekê ew hedef girtibûn. Wê çaxê hevalên wî yên rojnameyê dihatin kuştin. Derengê şevê li deriyê odeya wî dixistin. Gava me jê dipirsî, digot 'hevalên min in.' Nedixwest haya malbatê jê çêbibe. Çûna derve jî qebûl nedikir. Pir wêrek bû. Berî bê kuştin bi rojekê, ez, birayê xwe û pismamê xwe gava em bi wesayîtê çûn gund em peya bûn. Wesayîteke spî ya Toros, da ser me. Kemal ji cem min çû. Ez heyr mam. Paşê dû re min fêm kir ku xwestiye min biparêze. Berê jî çend caran rêya wî birîne û gef lê xwarine û jê re gotine, 'Dev ji vî karî berde. Here mala xwe rûnê. Dawiya te ne bi xêr e.' Lê birayê min guh li gefên nedikir."    ROJA HAT KUŞTIN    Kiliç, anî ziman ku roja ku birayê wî hat kuştin, di 18'ê Sibatê de, piştî ji buroya rojnameyê dertê tê şopandin û bi qasî kîlometreyekê dûrî gund ji wesayîtê daketiye û got: "Wê çaxê ji bo cihokên DSÎ'yê nobedarek hatibû girtin. Qulûbeya noberda nêzî cihê ku birayê min lê daketibû. Li gor îfadeya wî kesî, kesek ji wesayîtê peya bûye û wesayîta Toros ew kes derbas kiriye û sed metre bi şûn de wî daye sekinandin. Rêya Kemal birîne û xwestine wî birevînin. Lê wexta birayê min nehiştiye, vê carê hewl dane wî bifetisînin. Li wir benik dixin stuyê wî û destên wî bi bandê girêdidin. Lê cardin jî nikarin serî pê re derxin. 4-5 kîsik xistine devê wî. Ji er ku nikaribûne wî birevînin, li qeraxa rê du derb bera serê wî dane û wî kuştine."    XEBERA MIRINA WΠ   Kiliç, anî ziman ku piştî ku birayê wî hatiye kuştin bi demek kurt xizmên wan çav bi cenazeyê wî ketine û got: "Em li malê bûn. Xebera mirina birayê min hat. Em ber bi cihê ku lê hatibû kuştin ve bazdan. Me dît ku bi awayekî hovane hatiye kuştin. Berî em bigihên wir, esker û 5-6 welatî li wir bûn. Me ew nas nedikirin. Belkî jî ên ku birayê min kuştibûn ew bûn. Lê me ew nas nedikirin. Ji ber çavê min naçe. Piştî bavê min bi 2 salan bavê min jiyana xwe ji dest da. Bavê min ji derdê biryaê min jiyana xwe ji dest da."    MALBATÊ DAN BER LÊPIRSÎNÊ    Kiliç, diyar kir ku piştî ku birayê wî hatiye kuştin bi rojekê qereqolê ji bo îfadeyê gazî dê, bav û birayê wî yê din kiriye û piştî wê bi hefteyekê avêtine ser mala wan. Kiliç got: "Li odeya birayê min geriyan. Dest danîn ser hr tiştên wî. Ji daktîoloyê bigire heya amûrên dengtomarkirinê. Piraniya wan nedan me. Tenê hinek jê dan me. Wekî ku me birayê min kuştibe, werê tevdigeriyan. Em sûcdar dikirin. Belkî me 20 caran îfade da."    28 SAL IN NEHATIYE ZELALKIRIN    Kiliç, anî ziman ku 28 sal in li bendê ne ku kiryar bên aşkerekirin û got: "Piştî 20 sal derbas bûn, dosye hat girtin. Ma heya meriv kujerê kesekî nebîne çawa dosye tê girtin? Em dixwazin ev dosye jinûve bê vekirin û jinûve lêpirsîn bê kirin. Divê ev cinayet bê zelalkirin."    MA / Bariş Polat