CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin 2021-02-17 10:59:40   WAN- Koalîsyona Jinan a Di Rojnamegeriyê de, ku yek ji Rêxistina kurevî ya piştgiriye dide jinên Rojnameger, daxuyanî da û xwest rojnamegerên ku nûçeya gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin çêkiribûn û hatine girtin, serbest bêne berdan.    Koalîsyona Jinan a Di Rojnamegeriyê (CFWIJ), têkildarî rojnamegên ku nûçeya 2 welatiyên ji helîkoptêrê hatin avêtin çêkirin u hatin girtin, daxuyanî dan û xwest rojnameger bên berdan. CFWIJ'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Şehriban Abî û Nazan Sala û wiha got: "Em geşedan û doza der barê Nazan Sala û Şehrîban Abî de ji nêzîk ve dişopînin. Di yek hucreyê de tên girtin û îşkenceya li dijî mirovahiyê li wan tê kirin. Rojnamegerên MA'yê û yên li Herêmê rojnamegirye dikin, bi salan de bi zextên bi rêk û pêk tên. Ajansa Jinnewsê ku hemû nûçegîhanên wan ji jinan pêk tê, bi sûcdariyên giran re rû bi rû ye. Nûçegîhanên wan zêde tên binçavkirin û di bin zextan de nûçegîhaniyê dikin."    'ROJNAMEGERÎ NE SÛC E'      CFWIJ'ê, di berdewama daxuyanî de destnîşan kir ku Rojnamegerî ne sûc e û wiha lê zêde kir: "Bi binçavkirin, girtin û rêbazên din dixwazin rojnamegeran ji karê wan dûr bixin û bê tesîr bikin. Ev êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye. Hempîşeyên me Şehriban Abî û Nazan Sala, bi armanca rastiyê ronî bikin erka xwe ya rojnamegeriyê pêk dianîn û hatin girtin. Wan tu sûc nekiriye."