Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye 2021-02-17 14:38:31   STENBOL – Partiyên siyasî li Stenbolê bertek nîşanî serdegirtinên malan û pêla binçavkirin û girtinê dan û gotin: “Hefsên malê diyarbûna tecrîda li Îmraliyê ye. Em dixwazin dawî li van sepanan were.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Stenbolê têkildarî pêla binçavkirin û girtinan û biryarên hefsa malê zêde bûne li avahiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî civînê bûn û pankarta “Hûn nikarin malê me veguherînin zindanê” daliqandin.    SEPANÊN TÎPA F    Hevserokê Rêxistina HDP’a Stenbolê Erdal Avci axivî û destnîşan kir ku biryara hefsên malê ji bo welatiyan tê dayîn “sepana zindana Tîpa F ye” û wiha got: “Em ê rê nedin ku malên me veguherînin zindanê. Zextên li ser mualefetê stratejiyek taktîkî ye. Ji bo nebihîstina daxwazên civakê muxalefetê xistine bin şerê derûnî. Qey meriv dibêje welatiyan tişte derqanûnî kirine wan tecrîd dikin. Em van sepanên hefsa malê qebûl nakin. Tu ferqa wan ji hefsên sergirtî nîne. Veguherandina malan a wek zindana Tîpa F, bicihkirina amûrên li ser bedenan û serdegirtinên malan binpêkirina mafê mirovan a awarte ye.”   JIN WÊ LI QADAN BIN    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Stenbolê Beser Çelîk jî diyar kir ku hefskirina malana li dijî jinan hewldana têkbirina têkoşîna jinan e û got: “Ew ji têkoşîna me ditirsin. Lê em ê her têbikoşin û li qadan bin.”    Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mustafa Nacî Toper jî got zextên tên kirin ji ber nebirêvebirina welat e û ew ê radestî AKP’ê nebin û berxwedana xwe mezin bikin.    ‘HEFSA MALÊ FAŞÎZM BI XWE YE’    Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger Seher Beytal jî da zanîn ku cezayê hefsa malê dane Seroka wan a giştî Elîf Torûn Oneren jî û biryara van hefsên malê faşîzm bi xwe ye.    ‘DIYARBÛNA TECRÎDÊ YE’   Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen jî axivî û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, wê aştî neyê vî welatî. Çareseriya vê yekê jî rakirina tecrîdê ye. Cezakirina hefsên malê diyarbûna tecrîda li Îmraliyê ye. Em ê li dijî vê têbikoşin. Ji bilî têkoşîna hevpar tu şansê me nîne.”