Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye 2021-02-17 15:06:57   ENQERE – Di anketa SES’ê ya “Lêkolîna Tundiya Li Ser Jinan a Li Qada Xizmetên Tenduristî û Civakî” de derket holê ku ji sedî 81 jin bi derûniyê, ji sedî 37 bi aboriyê, ji sedî 43 bi fizîkî û ji sedî 26 jî bi tundiya zayendî re rûbirû mane.   Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES), rapirsiya “Lêkolîna Tundiya Li Ser Jinan a Li Qada Xizmetên Tenduristî û Civakî” pêk anîbû. SES’ê encamên rapirsiyê bi civînek çapemeniyê li navenda xwe ya giştî ya li Enqereyê bi raya giştî re eşkere kir. Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Gonul Adibellî encamên vê rapirsiyê parve kir.    Adibellî diyar kir ku li qada xizmeta tenduristî û civakî li dijî kedkarên jin tundî zêde bûye û ji bo vê tundiyê derxin pêş û were zanîn xebata rapirsiyê dane destpêkirin. Adibellî diyar kir ku ev tundî jî di encama polîtîkayên îqtidarê de ku li dijî jinan bi dijminahî tevdigere derdikeve holê.    LI 52 BAJARAN RAPIRSÎ PÊK HATIYE    Adibellî diyar kir ku wan rapirsiyê li 52 bajaran bi beşdariya 663 jinan pêk anîne û  li gorî bersiva van kesan encam amade kirine. Adibellî anî ziman ku di rapirsiya wan de derketiye holê ku ji sedî 81 jin bi derûniyê, ji sedî 37 bi aboriyê, ji sedî 43 bi fizîkî û ji sedî 26 jî bi tundiya zayendî re rûbirû mane.