Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye 2021-02-17 15:24:07 ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, di panela "Tecrîd û ji bo jinên girtî edelet" de diyar kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gelên Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin.  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê Edalet” li avahiya rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê panela "Tecrît û ji bo jinên girtî edelet " li dar xist. Hemû rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî panelê bûn. Di panelê de pankartên "Ji bo jinan Edelet" û " Em tecrîdê dişikînin, jiyana azad ava dikin û nirxan diparêzin" û dovîzên" Ji qirkirina jinan re na" hatin daleqandin.    'DI KESEYATA OCALAN DE ROJHILATA NAVÎN TARITIYÊ DE DIHÊLIN'    Panelîsta panelê Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bû. Di destpêka axafatina xwe de Îmîr, bal kişand  ser komploya 15'ê Sibatê ya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: “15’ê Sibat di şexsê birêz Ocalan de, biryara qirkirina netewa kurd bû. Ev komplo jî ne tenê bi destê rayedarên Tirkiyeyê, di heman demê de bi destê hêzên navnetewî pêk hat. Hêzên serdest û neyarên mirovahiyê, îro di kesayata birêz Ocalan de dixwazin Rojhilatanavîn tariyê de bihêlin. Lê birêz Ocalan bi sekn û ramanên xwe biryara qirkirina gelê kurd û tarîkirina Rojhilata Navîn vala derxist.”    'BI TÊKOŞÎN DAYÎNÊ EM DIKARIN TECRÎdÊ DI HOLÊ DE RAKIN'    Di berdewama axaftina xwe de Îmîr, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin û ev nirxandin kirin: “Li Îmraliyê 5 sal in tecrîda giran bênavber didome. Tecrît ne tenê fizîkî ye. Heke mirov nikaribe ku fikr û ramanê xwe bîne ziman, ev bi tena serê xwe tecrîde. Li dijî vê tecrîdê li her girtîgeheke Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Ev çalakiye bi pêşengiya hevalên me yên jin didome. Ji bo ku deng û daxwazên girtiyan pêk bên divê em zêdetir deng der bixin. Divê her qadên jiyanê em vegerînin qadên têkoşîne. Tenê em bi deng û têkoşîna xwe dikarin tecrîdê ji holê rakin. Divê em dengê wan bilind bikin û xwedî li wan derkevin.”   Panel bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.