Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin 2021-02-17 17:01:41   MÊRDÎN - Şandeya DBP, KCD, HDP û TJA’yê li Mêrdînê xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomînin û serdana xelkê kirin. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir got îqtidar her çiqas êriş dike bila wê nikaribin gelê kurd parçe bikin.      Şandeya ku ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) pêk tê li Mêrdînê xebata Yekitiya Netewî ya Kurd bi dirûşmeya “Dem dema yekitiya netewî û azadiyê ye” didomînin. Şandeyê starta xebata li Mêrdînê duh li Nisêbînê dabû. Di çarçoveya bernameyê de şandeya ji Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û yên li gel wan pêk dihat li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê serdana esnaf û malbatan kir. Şande piştî serdanê ji navçeyê veqetiya.    Şandeya ji Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û yên li gel wan jî li navçeya Stewrê serdana esnaf û xelkê kir. Esnafan bi dilgermî pêşwazî li şandeyê kir. Şande piştî navenda navçeyê çû serdana xelkê gundê Ewîna, Cirzê û Barman û hevdîtinan bi welatiyan re kirin.    ‘NIKARIN HÊVIYA ME BIŞKÎNIN’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li gundê Ewîna axivî û destnîşan kir ku ew bajar bi bajar serdanên xwe didomînin û ew ê heta 25’ê sibatê li Mêrdînê bidomînin. Bayindir destnîşan kir ku gelê kurd her tim di bin êriş û zextan de ye û wiha got: “Em jî li dijî vê têdikoşin. Îqtidara AKP’ê û MHP’ê ji bilî zextan tu tiştek di destê wan de nemaye. Dixwazin li ser gelê me polîtîkayek qirêj birêve bibin. Ji Wanê bigire heta Amed û Mêrdînê gelê me jî bi bawerî û biryardariyek mezin li dijî vê têdikoşe. Ew jî dizanin her çiqas êriş dikin bila bikin û zextan pêk tînin bila bînin wê nikaribin vî gelê parçe bikin. Wê nikaribin rêxistinbûyîna me, baweriya me û hêviya me bişkînin. Heta îro rêxistinbûyîna vî gelê hilweşînin, wê ji niha şûn ve jî nikaribin hilweşînin.”    Şande li Stewrê çû serdana taziyeyan jî û pişt re bernameya xwe li navçeyê bi dawî kirin.